Li Zurîh û Heîlbronnê jinan name şandin ji NY’ê re
Li Zurîh û Heîlbronnê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya wî, name şandin ji NY’ê re li gorî erka xwe tevbigere.
Li Zurîh û Heîlbronnê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya wî, name şandin ji NY’ê re li gorî erka xwe tevbigere.
Dayikên aşitiyê yên bajarê Zurîh a Swîsreyê û jinên Kurd li bajarê Heîlborn a Elmanyayê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya wî, name şandin ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re ku li gorî erka xwe rabin.
LI ZURÎHÊ DAYIKÊN AŞITIYÊ NAME ŞANDIN
Li bajarê Zurîhê kampanyaya nameyan a di çarçoveya hemleya “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na; Dem dema azadiyê ye” name şandin ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê Antîno Guterres re.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Bêrîtan û Dayîkên Aşitiyê li ber postaneya bajêr wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.
Dayikên Aşitiyê Zahîde Huseyîn û Îsmîhan Ok jî bang li dewlet û saziyên civakî kirin ku daxwazên bi maf ên gelê Kurd bînin cih.
Piştî axaftinên hatîn kirin jinan name şandin ji NY’ê re.
HEÎLBRONN
Li bajarê Heîlbronn a Elmanyayê, aktîvîstên TJK-E’yê tevlî kampanyayê bûn û name şandin.
Aktîvîstên jin nameyên ku bi xebatên xwe kom kirîn, bi komî şandin ji NY’ê re.