Li Viyana û Bordeaûxê êrîşên kîmyewî hatin protestokirin

Bi boneya Roja Grevê ya Navneteweyî Li dijî Çekên Kîmyewî li Ewropayê, li bajarên Viyana û Bordeaûxê Kurd û dostên wan daketin qadan.

Piştî ku KCDK-E û TJK-E’yê roja 12’ê Mijdarê weke Roja Grevê ya Neteweyî ya Li dijî Çekên Kîmyewiyê li Ewropayê ragihandî û banga bi ruhê seferberiyê daketina qadan kir, di serî de li Dusseldorfê li gelek navendên Ewropayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Viyana ku paytexta Awûstûralyayê ye û bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî ji navendan bûn.

VIYANA

Meşa ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat organîzekirin û Yekîtiya Hêz a Demokratîk jî tevlî meşê bû.

Kurdistanî û dostên wan li Praterê hatin ba hev û heta Nûneriya Viyana ya Neteweyên Yekbûyî meşiyan.

Dirûşmeyên “Dewleta Tirk a kujer û hevkarên wê, wê hesab bidin”, “Em hemû gerîla ne” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin.

Bi taybetî jî ev gotina ciwanekî bal dikêşand: “Min li hemberî poltîtîkayên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd pêk tîne, leşkerî nekir, ez li dijî gerîla çek bikar nayînim, lewma ez naçim leşkeriyê.”

Meşa ku sê saetan dom kir, li ber avahiya Nûneriya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bû.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, Kurdistaniyên ku li bajarê Toûloûseyê dijîn, bi hevre êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bi kar tîne, protesto kirin.

Bi hezaran kesan li navenda bajarê Bordeaûxê ji bo bal bikêşin ser kîmyewiyê, cilên spî li xwe kirin, maske dan ber ruyê xwe, pankart û dovîz hildan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Solutîon polîtîqûe poûr le Kurdistan”, “Terorîst Erdogan” û “Aba regîme fascîste a Tûrkiye” berz kirin.