Li Torontoyê gerîlayê HPG’ê Armanc Kurdo hat bîranîn

Li Torontoyê gerîlayê HPG’ê Armanc Kurdo yê li Avaşînê şehîd bûyî, hate bîranîn.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, ji bo gerîlayê HPG’ê Armanc Kurdo (Baran Doymaz) ê ku di meha Nîsanê de li Avaşînê di êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê ya bi hevkariya PDK’ê de şehîd bibû, meresima bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Torontoyê pêk hat. Bi sedan Kurdistanî tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û HPG’ê û wêneyên şehîd hatin daliqandin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Pişt re nasnameya Gerîlayên HPG’ê Armanc Kurdo (Baran Doymaz), Rêber Andok (Veysel Diri), Botan Amed (Ahmet Yener), Çiya Garzan (Sait Gencer) ên di meha Nîsanê de şehîd bûne, hate xwendin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê diyar kir ku ew ê bîranînên şehîdên Têkoşîna Azadiyê biparêzin û rêya wan bişopînin.

Piştî axaftinan sînevziyona ji wêne û dîmenê şehîd Armanc Kurdo hatibû amadekirin, hat pêşandan. Piştî sînevziyonê girseyê bi yek dengê dirûşmeya “Şehîd namirin“ berz kirin.

Di bîranînê de serdanên sersaxiyê jî ji aliyê malbata şehîd Armanc Kurdo ve hatin qebûlkirin.