Li Sao Paûloyê Çalakiya Diyalogê bi Abdullah Ocalan re

Li Sao Paulo Çalakiya Diyalogê bi Abdullah Ocalan re hat lidarxistin.

ROJÊN DIYALOGÊ BI ABDULLAH OCALAN RE

Li bajarê Sao Paûlo yê Brezîlyayê Çalakiya Diyalogê bi Abdullah Ocalan re hat lidarxistin. Di çalakiya li Zanîngeha Eyaleta Campînas de mijara “Dengên Şoreşa Kurd: Konfederalîzma Demokratîk, Tevgerên Jinê û Jineolojî” hat nîqaşkirin. Zêdeyî 50 kesan tevlî nîqaşa ku ji aliyê 30 xwendevanan ve hate rêvebirin, bûn. Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna van li Rojhilatta Navîn hat nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku rewşa Abdullah Ocalan ne qanûnî ye û ji derveyî mirovahiyê ye.

Gelek xwendekar pirsîn ku wê fikrên Konfederalîzma Demokratîk li Brezîlyayê çawa were pêkanîn. Qala civaka Quîmbolos, herêmên xwecihî yên di berxwedanê de û dagirkirina axê ji aliyê malbatên wan ve hate kirin.