Li pêşiya avahiya Serokwezîrtiyê ya Elmanyayê çalakiya nobedê
Malbatên berxwedêrên grevên birçîbûnê yên li bajarê Strasboûrgê îro li pêşiya avahiya Serokwezîrtiya Elmanyayê çalakiya nobedê dan destpê kirin.
Malbatên berxwedêrên grevên birçîbûnê yên li bajarê Strasboûrgê îro li pêşiya avahiya Serokwezîrtiya Elmanyayê çalakiya nobedê dan destpê kirin.
Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Agît Ûral, Mûstafa Sarikaya, Mûstafa Tûzak û Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç beşdarî çalakiya nobedê ya li pêşiya avahiya serokwezîrtiyê bûn.
Saziyên Kurd ên li Berlînê jî piştgirî dan çalakiyê û malbatan dosyayekî têkildarî daxwazên grevên birçîbûnê radestî serokwezîrtiyê kirin.
Di çalakiyê de pankart û wêneyên çalakgerên grevê birçîbûnê hatin hildan û bê navber dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” , “Jin jiyan azadî” , “Bijî Leyla Guven” û “Bijî piştevaniya şoreşgerî” berz kirin.
Çalakiya nobedê ew ê 3 rojan bidome û kon hate vedan. Çalakî wê roja Pêncşemê di navbera saet 13.00’an û 17.00’an û roja 8’ê Adarê Înê bi çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dawî bibe.
Di çalakiyê de li ser navê malbatan daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin; “Daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li dora Leyla Guven daxwazên mafdar û bi nirx e û daxwazên bi mîlyonan kesî ne. Bi moraleke bilind em xwedî li daxwazên wan derdikevin.” Di daxuyaniyê de banga mudaxeleya lezgîn li Elmanya, welatên Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û saziyên eleqedar hate kirin.