Li Parîsê tecrîd hate protestokirin
Kurdistaniyan li paytexta Fransa Parîsê tecrîd protestokirin, Leyla Guven û çalakvanên greav birçîbûnê silav kirin.
Kurdistaniyan li paytexta Fransa Parîsê tecrîd protestokirin, Leyla Guven û çalakvanên greav birçîbûnê silav kirin.
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina çalakiyên grevê çalakî hatin kirin.
Çalakî li Qada Chatletê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Fransa ve hate kirin. Di çalakiyê de di serî de Leyla Guven û hemû çalakvanên berxwedana grevê hatin silavkirin û bi sedan belavok hatin belavakirin.
‘BERXWEDANÊ BILIND BIKIN, TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’
Hevserokê CDK-F’ê Vedat Bîngol axivî û ev tişt got: “Di serî de berxwedana Leyla Guven û hemû hevrêyên din bi biryardarî dewam dike. Ya dikeve ser milê me divê em berxwedanê bilind bikin û tecrîdê bişkînin. Divê hikûmeta Fransa û çapemeniya wê bi lezgîn grevê bikin rojev, ji bo vê em ê li ehr qadê di nava çalakiyê de bin.”
Di çalakiyê de bang li her kesê hate kirin ku tevlî çalakiya 27’ê Çileyê li Qad Repûblîqe ku saet 13:00’an were kirin bibin.