Li Parîsê kampanya îmzeyan ji bo PKK’ê berdewam dike

Li Parîsê ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin kampanyaya îmzeyan berdewam dike.

Bi pêşengiya Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ji bo Kurdan kampanyaya ji bo ku PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin, li paytexta Fransa Parîsê berhevkirina îmzeyan dewam dike. Kampanyaya îmzeya ya bi xwesteka PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin, 13’ê Kanûnê 2021’an li seranserî cîhanê hatibû destpêkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê di vê çarçoveyê de xebat dewam dikin. Bi hewldanên kolektîf, li cihên girseyî kampanyaya îmzeyan tevahiya rojê tên birêvebirin.

Aktîvîstên ku di xebatan de cih digrin, îro li Zanîngeha 8 ya Parîsê bûn. Standa îmzeyan rastî eleqeyek zêde hat û enternasyonalîst jî di standê de cih girtin. Di çalakiyê de belavokên Fransî yên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin amadekirin, hatin belavkirin.

Aktîvîstan diyar kirin ku heta niha bi sedan îmze berhev kirine û gotin: “Ji bo ku em bigihijin armanca xwe, em ê her roj kampanyê mezin bikin û bidin berdewamkirin.”