Li Munsterê Engîn û Kinaci hatin bibîranîn

Bi pêşengtiya jinan li Munster a Elmanyayê Zeyneb Kinaci (Zîlan) û Kasim Engîn bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Munster a Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Şehîd Şîlan Zeyneb Kinaci (Zîlan) a çalakiya fedayî pêk anî û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de sînevîzyon hate nîşandan. Li ser navê TJKE’yê Dîlda Mûnzûr axivî û got: “Şehîd Zîlan ji bo gelê me weke îdeolojîk mezin bû. Bûye sembola berxwedanê ya gelê me.

Mûnzûr bal kişand ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker û got: “Şehîd Kasim Engîn bi lehengî li dijî van êrîşan li ber xweda û şehîd bû. Ev gel çawa bû Zîlan, wê li dijî dagirkeriyê bibe Kasim û dawî li vê hişmendiya qirker bîne.”