Li Mantes la jolîeyê civîna gel hat lidarxistin

Li Mantes la jolîeyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” civîna gel hat lidarxistin.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mantes la Jolîe ya Fransayê, bi armanca “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” civîneke gel hat lidarxistin. Zêdeyî 300 Kurdistanî û dostên Kurdan beşdarî civînên bû ku siyasetmedar Hatîp Dîcle weke axaftvan beşdar bû.

Hatîp Dîcle ku geşedanên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi paşxaneya wan a dîrokî ve nirxand, girîngiya derketina Rêbertiyê ya li Kurdistanê û rola dîrokî ya Abdullah Ocalan a li gel pêvajoyên pêşketina Tevgera Azadiya Kurd anî ziman.

Dîcle dûre hesabên li pişt Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tespîtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eşkere kir û bal kişand ser girîngiya hembêzkirina çalakiyên di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" û got ku divê berxwedan bê berfirehkirin.

Hatîp Dîcle anî ziman ku wan li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku wî weke vîna gelê Kurd dibîne bûne yek û ji bo pûçkirina komployê berdêlên giran dane û diyar kir ku ev helwest îro jî didome.

Siyasetmedar Dîcle banga tevlîbûna meşa mezin a 17'ê Sibatê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bê lidarxistin jî kir.