Li Kobanê SÎHA’yê bombe li wesayîteke sivîl barand: 3 sivîl birîndar bûn-NÛ BÛ

Balafireke Bêmirov a Biçek (SÎHA) a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê bombe li wesayîteke sivîl barand. Di êrîşên de 3 sivîl birînar bûn.

Li bajarê Kobanê balafireke Bêmirov a Biçek (SÎHA) di saet 15:15`an de bombe li wesayîteke sivîl a li pêşiya Meclîsa Edaletê ya li taxa Kobaniya Nû barand.

Di êrîşê de 3 sivîl birîndar bûn.

Navê birîndaran wiha ne: Zarokê bi navê Lutfî Mihemed (16), Bekir Ceradê (49) û Elî Reşad Misto (19).