Li Hambûrgê ‘peyama em ê faşîzmê têk bibin’

ADGB’ê (Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ) li Hambûrgê di çarçoveya kampanyaya ‘Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ mîtîngek li dar xist.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê di çarçoveya kampanyaya ‘Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ li Hambûrgê mîtîngek li dar xist.

Mîtîng li qada Gansemarkt a Hambûrgê hate kirin.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç di mîtîngê de axivî û qala girîngbûna mîtîngê kir.  Koç got, “Ji bo ku em karibin bi hev re faşîzmê têk bibin, divê em yekîtî û rêxistinbûna xwe mezintir bikin. Ev tişt wê karibe faşîzmê hilweşîne. Faşîzm di şexsê HDP’ê de hemû hêzên mûxalif û dînamîka civakî dike hedef. Ji ber vê divê her kes xwedî li HDP’ê derkeve.”

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hambûrgê jî nûner axivîn û diyar kirin ku zextên li ser HDP’ê û vekişandina Tirkiyeyê ya ji nav Peymana Stenbolê nayê qebûlkirin.

Di mîtîngê de Tirkên faşîst jî xwestin provokasyonekê bikin.