Li Elmanyayê destdirêjî li 17 hezar û 700 zarokî hate kirin

Par li Elmanyayê rojane derdora 49 zarok bûn mexdûrê destdirêjiyê. Li gorî polîsan hejmara bûyerên destdirêjiyê ya li zarokan zêde bûye.

Par li Elmanyayê destdirêjî li zêdeyî 17 hezar û 700 zarok û ciwanan hate kirin. Serokê Daîreya Polîsan Krîmînal a Federal (BKA) Holger Munch diyar kir ku ev hejmar tê wê wateyê ku rojane 49 zarok bûne qurbanî. Tevî Komîsera Hikumeta Federal a ji Îstîsmarê Berpisyar Kerstîn Claûs agahiyên berfireh ên li ser tundiya li dijî zarokan nirxand.

Li gorî vê yekê par 17 hezar û 704 zarokên kêmî 14 salî bûn mexdûrê destdirêjiyê (Sala 2020'î ev hejmar 16 hezar û 921 bûyer bû). 2 hezar û 281 ji wan zarokên kêmî 6 salî bûn. Belavkirin, bidestxistin, hiştina li gel xwe yan jî çêkirina pornografiya zarokan li gorî sala derbasbûyî bi du qatî zêde bû. Ji van bûyeran 39 hezar û 171 ji polîsan re hatin ragihandin. Ev jî tê wateya zêdebûna di asta ji sedî 108.8 (Sala 2020'î derdora 18 hezar û 761 bû). Belavkirin an jî hiştina li gel xwe ya pornografiya ciwanan jî 5 hezar û 105 bû (Sala 2020'î 3 hezar û 107 bû).

Li gorî statîstîkên polîsan bi taybetî li ser medya dîjîtal, hejmara zarok û ciwanên teswîrên destdirêjiyê belav kirine, xwedî lê derketine an jî çêkirine li Elnmanyayê ji sala 2018'an û vir ve bi deh qatî zêde bûye. Wê demê 1373 gumanbarê temenê wan negihîştî hebû, lê belê ev hejmar par bû 14 hezar û 528 kesî.

Dîmen û wêneyên destdirêjiya li zarokan bi giranî di forûm û dark web de têne belavkirin. Wezîra Karên Hundir Faeser dixwaze ku ji ber vê yekê lêpirsîn bêne xurtkirin. Destwerdana li parvekirinên taybet ên bi şîfre jî red dike.

Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser ji rojnameya 'Bîld am Sonntag'ê re axivî û diyar kir ku çiqas lêpirsîn bê zêdekirin ewqasî wê kiryar jî bêhtir eşkere bibin.