Li Brukselê çalakiya ‘Ji Ecevît Pîroglû re azadî’ hat lidarxistin

Li paytexta Belçîka Brukselê çalakiya “Ji Ecevît Pîroglû re azadî” hat lidarxistin.

Ji bo Ecevît Pîroglû ku di duyemîn greva birçîbûnê de di roja 130’an de û li bajarê Belgrad ê Sirbîstanê tê girtin, li Brukselê çalakî hat lidarxistin.

Çalakî li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropa (ADGB) û Platforma Dengê Girtiyan (TSP) li Balyozxaneya Sirbîstan a li Brukselê hat lidarxistin. Di çalakiyê de Sirbîstan ku bi xeta desthilatdariya faşîst a Erdogan hevkariyê dike û desthilatdariya faşîst a Erdogan hat teşhîrkirin.

Di çalakiyê de banga demildest berdana Pîroglu hat kirin û gelek caran dirûşmeya “Azadî ji Pîroglû re” hatin berzkirin.

Çalakî bi xwendina daxuyaniya TSP’ê ya Belçikayê ya li ser Pîroglû û girtiyên polîtîk bi dawî bû.