Li Atîna, Hanover û Heîlbronnê tecrîd hate protestokirin
Li paytexta Yewnanistan Atîna û bajarên Hannover û Heîlbronn nê Elmanyayê tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li paytexta Yewnanistan Atîna û bajarên Hannover û Heîlbronn nê Elmanyayê tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li Atînayê ji bo ptestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re ciwanan çalakiyek lidar xistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek kirin û komên çep ên Tirkiyeyî û Anarşîstên Yewnanî jî piştgirîkirin.
Meşa ku li Qada Academîayê hate kirin bi sedan kes tevlî bûn. Bi sedan belavokên li ser tecrîd û grevê hatin belavkirin. Çalakî li pêşiya sefaretxaneyê bi dawî bû. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û tevgera ciwanan anî ziman ku heta tecrîd bidawî bibin wê çalakiyên xwe bidomînin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî Meclîa Jinan a Ronahî li pêşiya gara trenê bêdengiya hikûmeta Ewropa ya li dijî tecrîdê jî protesto kirin. Di çalakiyê de banga ketina tevgerê hate kirin.
Li bajarên Heîlbronnê ya Elmanyayê jî Kurdistanî û nûnerên partiya MLPD Elmanya, ji bo piştevaniya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re di saetên şevê de mîtîngek lidar xistin. Di çalakiyê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin û daxwaz hatekirin ku bi lezgîn dawî li tecrîdê bê.