Li Adîgêyê Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li komara Adîgêyê ya Rûsyayê, Pêngava 15'ê Tebaxê bi coşek mezin hate pîrozkirin.
Li komara Adîgêyê ya Rûsyayê, Pêngava 15'ê Tebaxê bi coşek mezin hate pîrozkirin.
Li komara Adîgêyê ya Rûsyaya Federal Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyek hate pîrozkirin. Çalakiya pîrozbahiyê li salona Împêryal ya gundê Sadovoyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.
Piştre Endamê KNK’ê Feyzoyê Husên di çalakiyê de axivî û bal kişand ser destketiyên ku gelê Kurd bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê bi dest xistine. Li ser navê Saziya Jinê ya Adîgeyê Sînama Mehmed axivî û behsa girîngiya cejna vejînê ya ji bo gelê Kurd kir.
Piştî axaftinan bername bi stran û dîlanê re berdewam kir. Di şahiyê de hunermend Bazoyê Hesen, hunermend Xudêda, Bariyê Kelo û hunermendên din bi stranên xwe ve şahî geş kirin.
Çalakiya pîrozbahiyê li ber awazên hunermendan, heta derengiya şevê bi gerandina dîlanê dewam kir.