Li Aachenê fînala bi heybet a Meşa Dirêj

Meşa Dirêj a ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kolnê dan destpêkirin, li bajarê Aachenê bi çalakiyeke bi heybet qediya.

Meşa Dirêj ku her sal li Ewropayê bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal bi dirûşma "Dest bi dest - Mil bi mil; Werin Cenga Azadiyê" pêk hat. Ji bo meşa ji Kolnê heta Aachenê ji Elmanya, Fransa, Awûstûrya, Swêd, Hollanda, Îngilistan û Swîsreyê bi sedan ciwan tevlî bûn. Ciwan 6 rojan meşiyan û li gel provokasyonên polîsên Elman û nijadperestan jî gihîştin Aachenê.

SEMÎNER HATE DAYIN

Ciwanên ji Yekîtiya Xwedendekarên Kurdistanê (YXK) û Jin ên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ji bo meşvanên ji Monchengladbachê diçûn Aachenê li ser "Rastiya Rêbertî" û "Wateya Rêbertî" li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Aachenê semînerek li dar xistin. Di destpêka semînerê de nivîsa Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a li ser Rastiya Rêbertî hate xwendin. Piştî nirxandina nivîsê ciwan kom bi kom tevlî pêşbirka agahiyê bûn. Yên bi ser ketin jî pirtûk weke xelat ji wan re hate dayin.

Komîteyek ji YXK û JXK'ê serdana Beşa Kîmyewî ya Zanîngeha Aachenê kir û dosyayek li ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li Kurdistanê pêşkêş kir. Her wiha bang hate kirin ku nebin hevparê vî sûcî.

MEŞA BER BI NAVENDA BAJÊR VE

Ciwan piştî serdana zanîngehê saet di 17:00 de ber bi navenda bajarê Aachenê ve meşiyan û belavok belav kirin. Di belavokan de yên bi Elmanî qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

VEXWENDINA JI BO KONSERÊ

Ciwanan her wiha ji bo konsera ciwanan a sibe banga tevlîbûnê kirin. Konser wê li Aachenê pêk were û hunermend Serhado, Bengî Agirî û hunermendên TEV-ÇAND'ê tevlî bibin. Bi vî rengî wê Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin bi dawî bibe.

ÊRIŞA POLÎSAN Û NIJADPERESTAN

Li Aachenê êrişa provokatîf li hemberî Meşa Dirêj hate kirin. Ciwanan nerazîbûn nîşanî hewldana provokatîf a faşîstan dan, lê belê polîsan êrişî ciwanan kirin û ciwanek birîndar bû. Ciwan piştre rakirin nexweşxaneyê.

Girseya gel nerazîbûn nîşanî polîsan da ku dest li êrişkaran wernadin û li ber Elisien Galerie rê girtin û çalakiya rûniştinê kirin. Ciwanan li vir jî dest li ciwanan werdan. Li gel van destwerdanan jî meş bi rengekî bi heybet qediya.