Li Ûppsalayê Partiya Çep piştgirî da grevên birçîbûnê

Serokê Herêma Ûppsalayê ya Partiya Çep a Swêdê Per Markus Risman û Berpirsyara Têkiliyên Navneteweyî Yekbûn Alp daxuyaniyeke hevpar weşandin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiyên greva birçîbûnê.

Risman û Alp bi dîmen peyam dan û piştgirî dan çalakgerên berxwedana grevên birçîbûnê û daxwazên wan.

Risman got, "Em radigihînin ku piştgiriyê didin Leyla Guven. Leyla Guven 179 roj in di greva birçîbûnê de ye. Em ji dil piştgiriyê didin berxwedana ku 179 roj in bi fedakarî dimeşîne."

Alp jî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li dijî zagonên navneteweyî ye û got ku “Ev tecrîd li dijî mafên mirovan û demokrasiyê ye. Grevên birçîbûnê ji bo pêkanîna aştiyê ye. Em dixwazin tecrîd were rakirin.”