KON-MED û NAV YEK’ê sersaxî ji malbata Ehmed û civaka Êzidî re xwest

KON-MED û NAV YEK bi peyamekê sersaxî ji malbata Ehmed Ekîncî û civaka Êzidî re xwest.

Têkildarî koça dawîkirina yek ji rêveberê Mala Êzidî ya bajarê Celle ya Elmanyayê KON-MED û NAV YEK peyamek weşand.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanya (KON-MED) Ekîncî bibîr anî û diyar kir ku Ehmed Ekîncî jiyana wî bi têkoşînê û kedê derbas bû. KON-MED’ê destnîşan kir ku Ekîncî yek ji endamê aktîf ê Mala Êzidyan bû. Herî dawî KON-MED’ê di serî de sersaxî ji malbata Ekîncî, hemû heskirî, civaka Êzidî û gelê Kurd re xwest.

Bi heman armancê NAV-YEK’ê peyamek da û ev got: “Agahiya ku rêhevalê me yê bi dehê salan parêzvanê xeta mam Zekî Şengalî Ehmed Ekîncî koça dawî kir bihîst, ev yek em pir xemgîn kirin. Heval Ehmed ji destpêka kar û xebatên ji bo yekîtî û tifaqa civakê bi germahiyeke mezin derê xwe ji tevgera azadiyê re vekir, wî bi dilsozî di serî de ji bo rêxistinkirina malbat û civaka xwe kedekî mezin da û rolek pêşengtiyê girt ser milê xwe.

Hevaltiya Mam Zekî Şengalî û Mam Beşîr bandorekî pir mezin li wî kiribû. Heta dawî jî girêdayî wê xetê bû. Koçdawîkirina heval Şemdîn û îro jî ya heval Ehmed ên ji rêveberiya Mala Êzidiyan a Cellê ji bo me xemekî mezin e.

Wê dilsoziya heval Ehmed tim ji bo me mînek be. Em Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidî (NAV-YEK) bi hemû sazî û pêkhateyên xwe sersaxî di serî de ji malbata Ehmed û tevahî civaka Êzidî re dixwazin û êşa wan parve dikin.”