KON-MED’ê Çarşema Sor pîroz kir

KON-MED a Çarşema Sor pîroz kir got: “Hêvî dikin ku Çarşema Sor bibe wesîleya statûya xweser û ji nû ve avabûna Şengalê û dîsa bi hezaran mirov Êzidî yên ketine ser rêya koçberiyê vegerin ser ax û cihên xwe.”

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmaya (KON-MED) a bi daxuyaniyeke nivîskî Çarşema Sor di serî de li hemû civaka Êzidî û pêkateyên li ser erdnîgariya Mezoptamyayê dijîn pîroz kir.

KON-MED’ê anî ziman ku civaka Êzidî di gelek rojên bi êş û zemhet re derbas bûye û wê derbas bibe û got: “Ji ber şer-qetlîam û bûyerên salên dawî li herêmê Cejna Çarşema Sor li gorî wate û şêwazê xwe nedihate pîrozkirin. Hêvî dikin ku Çarşema Sor a cejna pîroz a Êzidiyên ku tevî fermana 73’an Şengal neterikandin û li ber xwe dan, bibe wesîleya statûya xweser û ji nû ve avabûna Şengalê û dîsa bi hezaran mirov Êzidî yên ketine ser rêya koçberiyê vegerin ser ax û cihên xwe.”

KON-MED’ê hêvî kir ku cejna Çarşema Sor a bê li Êzidxanê bi ruhê têkoşîna azadî û berxwedanê ya Şengalê bê pîrozkirin.