Koma Bîelefeldê Nobeta Azadiyê wergirt

Koma Bîelefeldê Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê wergirt û bang li PDK’ê kir ku bila dev ji hevkariya dijmin berde.

Înisîyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 10 sal in Nobeta Azadiyê didomîne. Koma ji bajarê Bîelefelê ya Elmanyayê Nobeta Azadiyê wergirt.

Çalakî ji sala 2012’an û vir ve didome. Di hefteya 519’emîn a çalakiya nobetê de Îsmaîl Gumuş, Îlhamî Ayaz û Serhat Yilmaz nobet wergirtin.

Îsmaîl Gumuş li ser navê komê axivî û diyar kir ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew bi salan in nobetê didomînin.

Gumuş diyar kir ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 23 sal in dîl e çi ji destê wan were wê bikin û got “Dewletên Ewropayê ji bo tecrîda li ser pêşengê Kurdan bêdeng in. Rêbertî ji 3 salan zêdetir e, nikare bi malbat û parêzerên xwe re rûnê. Divê dewletên Ewropayê bertekî nîşanî vê tecrîda giran bidin. Em dixwazin bi qedandina tecrîdê re, azadiya Rêbertiya me jî pêk were. Rêbertî ji bo ku hemû gel di nav aştî û aramiyê de bijî, têdikoşe. Divê dewletên Ewropayê vî tiştî bibînin. Dewletên Ewropayê ji dêvila ku vê daxwaza me ya azadiya fîzîkî ya Rêbertî bibîne, di şerê li dijî gelê Kurd de, piştgiriyê dide dijmin. Dewletên Ewropayê piştgiriya çekê didjmin. Malbata Barzanî axa Kurdistanê pêşkêşî dijmin dike. Heke PDK rê li ber dijmin veneke wê dewleta Tirk nikaribe têkeve Kurdistanê. Bi destê PDK’ê dijmin zarokên me şehîd dixe. Divê PDK ji bo malê dinyayê û pereyan destkeftiyên gelê Kurd feda neke. Divê malbata Barzanî ji vê rêya şaş vegere.

Gelê Kurd li Kurdistan û Ewropayê li qadan e. Gerîla jî bênavber li ber xwe dide. Heta ku Rêbertî azad bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê gelê me bi awayekî xurtî tevlî vê çalakiya nobetê bibe. Ji bo azadiya Rêbertî em ê hemû peywirên xwe bi cih bînin.”