Koma Çepgir a PE’yê daxwaz ji YE’yê kir ku bertek nîşanê dewleta Tirk a êrîşkar bide

GÛE/NGL ya Koma Çepgir a di Parlamentoya Ewropayê de, êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Kurdistanê şermezar kirin û ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku bi tundî bertek nîşan bide.

Bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên berpêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. GÛE/NGL ya Koma Çepgir a di Parlamentoya Ewropayê de bi daxuyaniyeke ji bo çapemeniyê, bertek nîşanê dewleta Tirk û bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk da.

Di daxuyaniya bi sernavê “Erdogan bi bombeyan diçe hilbijartinê, YE bêdeng e“ hat dayîn de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê nexweşxaneyan û binesaziyên sivîlan dike û wiha hat gotin: “Divê Yekîtiya Ewropayê dev ji durûtiyê berde û ji bo dawî anîna êrîşkariya hikûmeta Erdogan her rêbazê bi kar bîne.“

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:

“Êrîşkar, endamê NATO’yê be jî û nebe jî divê prensîba hiqûqa navxweyî û serweriyê derbasdar be. Divê YE dawî li durûtiya xwe bîne û ji bo bidawîkirina êrîşkariya hikûmeta Erdogan divê her rêbazê bi kar bîne. YE, nabe ku çavên ji rejîma riziyayî re bigire ku ji bo karkirina hilbijartina jiyana Kurdên mehsûm bike amûra propaxandayê.“

Piştî daxuyaniyê Parlamentera Koma Çep a PE Ozlem Demîrel (Die Linke, Elmanya) jî axivî û got: "Daxuyaniyên dawî yên Erdogan ên derbarê operasyoneke bejayî ya pêkan de nîşan dide ku rejîm dixwaze kiryarên xwe yên destwerdanê di dem û cih de berfireh bike. Ji ber vê yekê girîng e ku bomberdûmanên dawî bi tundî bên şermezarkirin."