KCK: Çalakiyên di Newrozê de heta pêkhatina hevdîtinê divê bidome

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê: Çalakiyên ku di Newrozê de gihiştine lûtkeyê heta hevdîtina rû bi rû ya ligel Rêber Apo divê bidome. Heta hevdîtina bi malbat û parêzeran divê tu kes li mala xwe rûnenê.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em Cejna Newrozê ya ku gelê Kurd bi têkoşîneke mezin wê pêşwazî dike, bi serhildanan re berxwedanê zindî dihêle, ji bo azadiyê ji berdêlnayînê nareve û li dijî zaliman sembola berxwedanê ye, pîroz dikin. Em bawer dikin Cejna Newrozê ya ku tê wateya pêkanîna azadiyê, wê bibe hevdîtina bi Rêber Apo ya li welatekî azad, bidestxistina statuya Newrozê û tacîdarkirina serfiraziya têkoşîna azadiya Kurdistanê. Em cejna berxwedanê ya Rêber Apo ku mîrateya berxwedanê nîşanî me da, ya hemû jinên ku pêşengtiyê ji têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re dike û ya gelê me yê berdêl dide, pîroz dikin.

Meşaleya azadiyê ya ku bi hezaran sal berê li dijî Dehaqê Zalim di şexsê Kawayê Hesinkar ê şoreşger de bilind bûye, ji aliyê zarokên berxwedêr ên Kurdistanê li ser destan hatiye gerandin. Rêheval Mazlûm Dogan ê ku giyanê şoreşger ê PKK’bûnê temsîl dike bi sê darikên niftikê dîwarên faşîzmê hilweşandiye. Rêheval Zekiye Alkan a ku ruhê berxwedêr ê Newrozê temsîl dike, agirê Newrozê di bedena xwe de şewitandiye, ji ser bircên Amedê ji çalakiya rêheval Mazlûm Dogan re bûye deng. Rêheval Rehşan a ku sirgunbûna dûrî welat û axa xwe qebûl nake, li Kadîfekaleyê agirê Newrozê di bedena xwe de vêxistiye, li dijî feraseta înkar û qedexekar a wezîrê faşîst Îsmet Sezgîn bûye bersiv û têkoşîn ji Kurdistanê biriye Tirkiyeyê.  Rêheval Bêrîvan û Ronahî dîwarên sar ê kapîtalîzma Ewropayê bi agirê Newrozê helandine. Rêheval Sema ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê bûye pir, got ‘Nabe ku li asîmanan du roj hebe’ û li dijî êrîşên li ser Rêbertiya me bedena xwe kiriye gulokeke ji agir û Newroz pîroz kiriye. Ev rêhevalên me li her qada têkoşîna azadiyê ji bo jiyaneke azad şer kirine. Em van rêhevalên xwe yên şehîd bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Bloka faşîst a AKP û MHP’ê pêkanînên îmha û qirkirinê ji ser Rêbertiya me xistiye dewrê, dixwaze bi agir bilîze. Dema ku gelê Kurd ev nûçe bihîstiye, daketiye qadan û li her derê dest bi çalakiyan kiriye. Ji ber ku gelê Kurd Rêber Apo wekî nirxa xwe ya herî mezin dibîne. Hebûn û azadiya xwe di hebûn û azadiya Rêber Apo de dibîne. Gelê me vê rastiyê her roj li kolanan bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ de tîne ziman. Di çarçoveya pêngava ‘Dawî li tecrîd, dagirkerî û faşîzmê bîne, dem dema azadiyê ye’ ya ku tevgera me pêşengiyê jê re dike, zindan di serî de li her parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat ji bo azadiya Rêber Apo ketine pêvajoyeke çalakiyan. Gelê me herî dawîn di salvegera 23’emîn a komploya navneteweyî de, li her qada ku lê bûye, li dijî komployê helwesta xwe careke din diyar kiriye.  Paralelî vê pêvajoya ku gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo daye destpêkirin, bi pêşengiya Konfederasyona Karkeran a Îngîltereyê jî kampanyaya ‘Dema wê hat! Azadî ji Ocalan re’ jî geş dibe. Di 8’ê Adarê de jî jinên Kurd li qadan bi heman astê xwedî li Rêber Apo derketine. Li eniya gerîlayan jî li dijî dagirkeriya li Garê bersiveke xurt hate dayîn û rejîma faşîst a mêtinger jî derbeke mezin xwar.

EM LI DORA RÊBER APO BIBIN XELEQ

Pir watedar e ku nûçe û îdiayên bi vî rengî yên di derbarê jiyana Rêberê me de di pêvajoyek ku gelê me xwe amade dike ku dîsa li qadên Newrozê azadiya Rêber Apo biqîrin de dane pêş. Nûçe û îddîayên wiha destnîşan dikin ku rejîma faşîst a mêtînger û qirker ê AKP-MHP’ê ji bo ku tola xwe ji gelê me û hevalên wê yên ku bi rengek birûmet Rêberê me hembêz kirine, ket nav hin hesabên pir qirêj û xeternak. Rejîma faşîst bi hesabên wiha xeternak û komploger dixwaze tola têkçûna xwe ya li Garê hilîne. Divê gelê me di asta herî jor de beşdarî vê Newroza azadiyê bibe û li her qadê bi pêxistina agirê azadiyê van hesabên faşîzmê vala derxîne.

Pêwîst e hemû gelê me yê li her parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn vê Newrozê veguherîne Newroza azadiya Rêbertî. Gelê me; divê çalakiyên xwe yên ku bi Newrozê re digihîje lûtkeyê, heya ku hevdîtina rû bi rû ya bi Rêber Apo re pêk neyê bidomîne. Heya ku hevdîtina parêzer û malbatê neyê li dar xistin divê Kurd li malê nemînin. Divê ew her gav di nav çalakî û çalakiyê de bin. Di pêşengiya jin û ciwanan de, divê gelê me dakeve qadên Newrozê. Em bang li hemû Kurd û dost, jin û ciwanên Kurdistanê dikin ku li ser vî bingehî li dora Rêber Apo bibin yek û di Newrozê de berxwedanê mezin bikin.”