Ji bo Rojava li Esslîngenê çalakiyek hate kirin
Li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava hate protestokirin.
Li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava hate protestokirin.
MLPD, Fur Esslîngen, Fraûenverbend Coûrage, Navenda Çanda Elewî ya Esslîngen (AKM) hevparên NCKD li dijî dagirkeriya Tirk a li Rojava çalakiyek hevpar kirin.
Di çalakiyê de hevserokê NCKD FArûk Mûtlû daxuyaniyek da û got: “Dewleta Tirk her roj li Rojava qirkirinên nû dike. Li dijî vê bêdeng mayîn ne exlaqî û ne jî mirovî ye. Em li vir in, li dijî dagirkirina Rojava bêdeng nabin. Heta dagirkeriya li Rojava bi dawî nebe, em ê li kolanan bin.
Piştre jî hevparên MLPD’ê daxuyaniyek da û piştevaniya xwe ya ji bo Rojava anî ziman.
Piştre bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Terorîst Erdogan ji Rojava bicehenime’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ meşek hate kirin.