Ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 çalakger di 17’ê Kanûna 2018’an de li bajarê Fransa Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger dabûn destpêkirin.
Her roj Kurdistanî û dostên wan yên ji bajarên cuda yên Ewropa jî di nav de Fransiz û Tirkiyeyî serdana çalakgeran dikin. Li gel vê jî gelek sazî, rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar û nûnerên partiyan peyamên piştgiriyê didin.
Herî dawî rêveberiya Heyva Sor a Kuristanê serdana çalakgeran kir. Hefteya derbasbûyî saziya alîkariyê ya Kurd kongreya xwe li dar xistibû û rêveberiya xwe ya nû diyar kiribû. Rêveberiya nû destpêkê serdana çalakgeran kir û kontrola tenduristiya çalakgeran kir.
Serokê saziya mirovahî Rojvan Bîlgîn ragihand ku rewşa çalakgeran ketiye qonaxeke giran. Bîlgîn diyar kir ku rewşa çalakgeran her ku diçe girantir dibe û wiha domand; “Em Heyva Sor a Kurdistanê hatin serdana çalakgeran. Ji xwe 2 dixtorên me li vir bê navber tenduristiya çalakgeran kontrol dikin. Lê îro min jî tenduristiya çalakgeran kontrol kir. Moralê çalakgeran baş e. Lê mixabin rewşa tenduristiya wan ne baş e. Serî de windahiyên kîlo û nexweşiyên cidî li gel wan hene. Ev jî semptomên pêşî ne. Ji bo wê jî divê demildest daxwazên çalakgeran werin qebûlkirin. Ez bi hêvî me ku wê saziyên navneteweyî berî demekê bikevin nava tevgerê. Hêviyên me ew e ku daxwazên van mirovan werin qebûlkirin.”
Dr. Bîlgîn bang li Yekîtiya Bijîşkan ên navneteweyî û yên sînornenas jî kir ku serdana çalakgeran bikin û guh bidin daxwazên çalakgeran.