Li ser navê 14 çalakvanên greva birçîbûnê yê ku Hevserokê KCKD-E’yê Yuksel Koç, Parlemetera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan û rojnamevan Gulistan Îke jî di nav de daxuyaniyeke hevpar hate dayîn û hate gotin ku wê berxwedan bidome.
LI HEMBERÎ BERXWEDANÊ ERDOGAN SERÎ LI LÎSTIKÊN ŞERÊ TAYBET DIDE
Di daxuyaniya bi sernavê ‘Heta tecrîd bi dawî bibe,wê berxwedan bidome’ de bal hate kişandin ku dîktatoriya Erdogan a li hemberî berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku bandorekî netewî kiriye, neçar kiriye. Di daxuyaniyê hete bibîrxistin ku berdana Guven lîstikeke şerê taybet e ku ji bo şikandian berxwedanê ye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Berdana Guven em kêfxweş kirin. Dîktatoriya Erdogan a li hemberî berxwedana bi biryar a çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Ewropa, Hewlêr, Galler, Dûîsbûrg, Hollanda û Torontoyê dewam dikin ku bandorekî netewî bi xwe re anî, xiste tengasiyê û bê çare kiriye. Ji bo şikandina tecrîdê serî li lîstikeke nû ya şerê taybet daye. Bila ev bê zanîn; em dev ji biryardarî û armancên xwe gav bi şûnde navêjin.”
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ JI BO ŞIKANDIAN TECRÎDÊ HATIYE DESTPÊKIRIN
Di daxuyaniyê de gotinên Leyla Guven a piştî hatî berdan a ‘Çalakiya min wê bidome’ hate bibîrxistin û bal hate kişandin ku çalakiyên grevên birçîbûnê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin.
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Leyla Guven bi vekirî li pêş ragihandinê anî ziman ku wê bi biryardarî berxwedana greva birçîbûnê bidomîne. Gotibû; ‘Ez ê çalakiyê bidomînin. Ji ber ku ne ji bo berdanê ji bo şikandina tecrîdê dest bi çalakiyê kiriye.”
Leyla Guvne dema dest bi çalakiyê kiribûn, armanc şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan bû û ev tişt hatibû gotin: ‘Tecrîda li ser Rêber Ocalan, di ser de tê wateya tecrîda li ser Gelê Kurdistan û hemû gelan.”
BERXWEDAN PÊL BI PÊL BELAV DIBE
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedana çalakgerên gereva birçîbûnê li dijî polîtîkayên qirker ên ku tu hiqûq û qaydeyan nas nake ya rejîma Erdogan rê dide nîşandan û berxwedan pêl bi pêl belavî hemû cîhanê dibe.
Daxuyaniya çalakgeran wiha didome; “Di pêvajoyekî wiha de ku êrîşên qikirinê yên dîktator Erdogan ku tu hiqûq, qayde û sînoran nas nake, berxwedana grevên birçîbûnê rê nîşan da ye. Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorvbeger a bi pêşengiya Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdê pêl bi pêl belavî hemû cîhanê bûye, ruhê berxwedanê bû sedem ku hemû kesên xwedî wijdan bikevin nava tevgerê.”
BANGA XWEDÎDERKETINÊ LI HEMÛ PÊKHATEYAN HATE KIRIN
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rewşa tendurisitya Nasir Yagiz ê ku ev 66 roj e li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, giran e û hate gotin heta tecrîd bidawî nebe wê grevên birçîbûnê bidome. Di daxuyaniyê banga xwedî derketina li çalakiyên greva birçîbûnê serî de li gelê Kurd û hemû pêkhateyan hate kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin; “Serî de Leyal Guven û Nasir Yagiz ê li Hewlêrê rewşa wan kiritîk e. Di pêvajoyekî wiha de em weke berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê “Înîsyatîfa Azadiyê ya Rêber Apo”, di roja ku berxwedan gihiştiye lutkeyê ala berxwedanê ya Leyla Guven pêl bi pêl bilindtir bikin. Heta tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî nebe em di berxwedana greva birçîbûnê de bi biryarin.
Em bang li Kurdistaniyên li Ewropa, Avûstûralya, Kanada û hemû cîhanê, gel, bawerî, jin, ciwan, rewşenbîr, şoreşger, demokrat û hemû mûxalifan dikin ku bi hestên berpisyartiyêxwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derkevin û bikevin nava tevgerê.
Berxwedêrên Çalakiay Greva Birçîbûnê ‘Înîsyatîfa Azadiyê ya Rêber Apo’ Strasboûrg.”