Greva birçîbûnê ya li Lavîroyê di roja 96'an de ye

Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê, greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin di roja 96'an de bi koma 20'an dewam dike.

Greva birçîbûnê ya li Kampa Lavrîoyê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê di 4'ê Çileyê dest pê kiribû. Greva birçîbûnê 5 rojan carekê bi koma ji 8 kesan bi dorvegerî dewam dike.

Greva birçîbûnê di roja 96'an de bi koma 20'an dewam dike. Di daxuyaniyê de ya koma nû hate ragihandin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li her derê li ber xwe bidin. Di dema çalakiyê de ji bo Abdullah Ocalan û PKK'ê dirûşm hatin qîrîn.