Greva birçîbûnê ya 3 rojî ya li Zurîhê bi dawî bû

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê greva birçîbûnê ya 3 rojî ya ji bo piştevanîkirina berxwedêrên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hate lidarxistin bi dawî bû.

Federasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (Aveg-Kon) ji bo piştevaniya bi berxwedêrên di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger re bikin dest, bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribû.

Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê (ÎGÎF) li bajarê Zurîhê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û piştevaniya bi grevên birçîbûnê re li Kanonengasseyê piştî greva 3 rojî meşek lidar xistin.

Beriya meşê çalakvanên li pêşiya kon hatin ba hev, ji bo giyanê şehîdan û Şehîdên Meha Gulanê deqeyek rêz girtin. Di meşê de dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî piştevaniya şoreşgerî’ hate qîrkirin. Piştî meşê li ser navê Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re û ÎGÎF’ê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de ev hate gotin: “Bang li pêşverû û demokratan dikin ku li dijî tecrîdê piştevaniya têkoşîna grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bikin. Dengê xwe li dengên wan zêde bikin.”

Piştî axaftinan û şûnde çalakiya rojiya birçîbûnê ya 3 rojan bi dawî bû.