Gerîla: Heta ku berxwedan hebe wê agirê Newrozê tim geş be

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê peyamên Newrozê dan û Newroz li her kesê pîroz kirin.

Ji gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê Çiya Mako, Delîla Pepûle û Viyan Brûsk, di derbarê Newroza 2021’an de nerînên vegotin.

Gerîlayên Rojhilatê Kurdistan di axaftinên xwe de bal kişandin ser tecrîda ku ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Gerîlayan anîn ser ziman ku ew ê bi ruhê Newrozê Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan fîzîkî azad bikin ji ber wê pêwîst e ciwan berê xwe bidin Çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîla bibin.

Gerîla Delîla Pepûle: Em di serî de Newrozê li Rêber Apo, Şehîdan, berxwedanvanên ku di zindanan de Berxwedanî didine meşandin, gelê welat parêz gelê Kurd bi taybet, li dayikên Aştiyê pîroz dikin.

Her car bi geşkirinê agirê Newrozê em soza xwe dubare dikin û hewl didin ku fikir û felsefeya Rêber APO bi pêşengatiyekî rast ji bo gelê xwe bikin. Tecrîda ku bi salane li ser Rêber APO tê meşandin em jî wekî gerîla dixwazin dawî li wê tecrîdê bînin û bikin sala azadkirina fîzîkî ya Rêber APO.

Bi ruhê Newrozê tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin wê were şikandin, ji ber wê jî pêwîste gel û gerîla em bi hev re beramberî wê sîstema heyî di nava berxwedaniyê debin û bi hev re em tekoşîna xwe bimeşînin ji bo ku em bikaribin vê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo fîzîkî azad bikin.

Gelîla Çiya Mako: Bi ruhê berxwedana ku Rêber Apo ya li Îmralî dide kirin, em ê Newroza îsal bikin Newroza serxistina Şoreşa Kurdistanê. Bê guman em ê tekoşîna xwe jî bighînin asta herî jor.

Ev Newroz wê bibe sala azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo, bê guman em di wê mijarê de jî bawerin ji ber ku baweriya me xurt e. Ev sal wê bibe azdiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê.

Bi ruhê Newrozê em ê tekoşîna xwe xurt bikin û tevlî piratîka saleke din bibin. Agirê Newrozê çawa ji Kawayê Hesinkar hetanî Mazlûm Dogan heta Rehşanan, Bêrîvanan, Ronahiyan dest bi dest gihştiye destê me em ê jî bi vî ruhî berdewamkerên van hevalan bin û em nahêlin ku Agirê Newrozê di nava gelê me de were vemrandin. Di vê mijarê de jî hetanî ku yek Apoçiyek jî tekoşînê bide meşandin wê ev Agir neyê vemrandin. Ji ber ku em xwedî îdeolojî û felsefeya Rêber Apo ne ji ber wê jî wê hêza tu dewletên dagirker nebe ku pêşiya serkeftina me ya şoreşê bigre.

Gerîla Viyan Brûsk: Bi taybet ji bo gelê Kurd yên ku ji bo Kurdistaneke azad tekoşînê dimeşînin em jî wekî gerîla dixwazin hemî bi hev re destê hev bigrin û di rêya azadiyê de; xwedî li Rêber Apo û gelê xwe derkevin.

Em dixwazin êdî Rêber Apo azad bijî. Ji ber wê jî hemî ciwanên Kurdistanê êdî dema wê hatiye ku dengê xwe xurtir bikin, ji bo ku em bikaribin Şoreşê gelan pêk bînin pêwîste serhildan bikin ji bo ku di her çar perçê Kurdistanê de Azadiyê bi dest bixînin.

Di demên dawiyê de tecrîda li ser Rêber Apo girantir bû. Hem tehdîdên ku li ser jiyana Rêber Apo, hem jî ew dewletên navdewletî yên ku dixwazin komploya li ser Rêber Apo mezitir bikin. Ji ber wê jî em gerîlayê Rojhilatê Kurdistan li beramberî vê tecrîdê tekoşîna xwe hîn bilintir bikin. Newroza 2021’an wê bibe Newroza azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo.

Di nava şoreşê de em çiqasî jî cihê xwe bigrin wekî ciwanên Kurd kêm e. Ji ber wê ez bang dikim ku hemû Ciwanên Rojhilat di vê mijarê de tekoşîna xwe hîn bilintir bikin ku em bikaribin Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêber Apo, bikin Newroza azadiya gelan. Ji bo bi rastî jî bikaribin şoreşê di nava Kurdistanê de pêk bînin û mafê xwe ji dijminê dagirker bigrin.

Di nava Rojhilatê Kurdistanê de bi hemu helwestên xwe wekî sala 1999’an bikaribin di Rojhilatê Kurdistanê de careke din wî ruhî nû bikin. Hemû gelê me bi yek deng û ruh rabe ser piyan û li kêleka Rêber Apo bi fikr û felsefeya Rêber Apo helwesta xwe zelal bike. Divê ciwanên Rojhilat ên di nava sîstemê de vê Newrozê dengê xwe bilind bikin, ji bo jiyan û azadiya Rêber Apo her tiştî bikin.