Gelê Swîsreyê li qadan e: Her der Rojava ye, her der berxwedan e!
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Swîsreyê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Swîsreyê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.
ZURÎH
Ciwanên Kurdan û dostên wan li îstasyona trenê ya navendî hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Girse piştre ber bi balefirgeha Zurîhê ve meşiya.
Ciwanan li vê derê jî çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xist û sloganên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Her der Rojava, her der berxwedan’ berz dikin.
BASEL
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ber bi Parlementoya Kantona Baselê ve meşiyan. Di meşê de sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Li hemberî qetlîamê bêdeng nemîne’ hate berzkirin.
LOZAN/BERN
Saet di 20.00’an de Kurdistanî û dostên wan li pêşiya îstasyona trênê ya li Lozan û Bernê dest bi çalakiyê kirin û bi sloganan êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto dikin.
Li bajarên din jî Kurd xwe amade dikin ku dest bi çalakiyan bikin.