Kurdistanî û dostên xwe yên li Ewropayê daketin qadan êrîş li ser avahiya HDP’ê û qetilkirina Denîz Poyraz protesto kirin.
KOLN
Çalakî li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê saet 19:00’an li Weînerplatez a Kolnê pêk hat. Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Hêzê û Women Defend Rojava axaftin hate kirin. Çalakî piştî banga meşa ku wê roja Şemiyê li Dusseldorfê bê lidarxistin û şûnde bi dawî bû.
BERLÎN
Li ser banga Meclîsa Jinan a Dest Dan û Nav-Berlînê li Alexanderplatezê jî Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên xwe li qadan bû û êrîşa dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de diyar kirin ku li gel HDP’ê û malbata Denîz Poyraz re ne.
HANNOVER
Li Hannover a Elmanyayê jî qetilkirina Denîz Poyraz bi çalakiyekê hate protestokirin. Di çalakiyê de hevseroka NAV-DEM’ê Sevîm Devrîm axivî. Devrîm êrîş şermezar kir û got: “Hişmendiya heval Denîz qetil kir, hişmendiya dewletê ye. Em berpirsên vê qetlîamê dizanin. Em ê li her derê li ber xwe bidin, qetlîamê qebûl nakin.”
MUNÎH
Li Munîhê jî bi çalakiya li Stachûsplatzê qetilkirina Poyraz hate protestokirin. Di çalakiyê de peyama ‘Banga bilindkirin û deng û têkoşînê dikin, her kes divê xwedî li HDP’ê derkeve’ hate dayîn.
HAMBÛRG
Çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hambûrgê ve hate organîzekirin li Sternschanze hate kirin, gelek sazî û hevpar tevlî bûn û êrîşa li ser HDP’ê û qetilkirina Denîz Poyraz protesto kirin. Aktivîsta mafê jinan nivîskar Anja Flach, nûnerê Federasyona Karkerên Koçber ên Ewropa Huseyîn Aratrat, li ser navê NCKD a Hambûrgê jî Emîne Mardîn axivîn.
LONDON
Bi tevlîbûna sedan kesî li Londonê êrîşa faşîzan a desthilata AKP-MHP’ê ya li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz bi çalakiyekê hate protestokirin. Çalakî li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanya hate kirin û saziyê mîna Federasyona Elewî ya Brîtanya, Meclîsa Gelê Kurd, Gik-Der, Day-Mer û nûnerên gelek saziyan li pêşiya Pirtûkxaneya Wood Green pêk hat. Komeke nîjatperest kete nava hewldanên provakatîf lê ciwanan bersivên tund da.
Di axaftinên hatin kirin de banga piştevaniya bi HDP’ê re hate dayîn.
Herî dawî banga tevlîbûnê li meşa ku wê roja Şemiyê saet 16:00’an li Manor Hoûse bê lidarxistin bi dawî bû.
MARSÎLYA
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî çalakiyek li Qada Canabîereyê hate kirin. Çalakî piştî banga tevlîbûna çalakiya girseyî ku wê roja Şemiyê bê kirin û şûnde bi dawî bû.
DRANCY
Li bonliyoya Drance ya paytexta Fransa Parîsê jî qetilkirina Denîz Poyraz hate protestokirin. Çalakî bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Drancy pêk hat. Çalakî bi dirûşman dawî bû.
MANTES LA JOLÎE
Li Mantes la Jolîe jî qetilkirina Denîz Poyraz bi çalakiyekê hate protestokirin.
Di axaftinên hate kirin de ev hate gotin: “Berdêl çi dibe bila bibe, dengê me wê tim xurt derkeve. HDP’ê duh serî netewand, wê îro jî ne ewîne.”
Çalakî piştî dirûşman dawî bû.