Li Frankfûrt, Parîs, Bremen û Stockhlmê qetlîama li ser HDP’ê protesto kirin

Êrîşa li ser HDP’ê û qetlilkirina Denîz Poyraz a li Îzmîrê li Praîs, Frankfûrt, Bremen û Stockholmê bi pêşengtiya jinan hate protestokirin.

Bi xwepêşandanên protestoyî êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîr û qetilkirina Denîz Poyraz a HDP’î li Ewropayê tê protestokirin.

FRANKFÛRT

Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê çalakiyek hate kirin. NCK Farankfûrt, AGÎF, ADHK, Women Defend Rojava, Atîk, AKD, Mala Çandê ya Hezîranê û gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de bi dirûşman êrîş hate şermezarkirin. Li ser navê Rêxistina Jinên Ciwan a Zora daxuyanî hate dayîn û piştre çalakî bi dawî bû.

BREMEN

Piştevaniya Jinan a Ewropayê li bajarê Bremen ê Elmanayê bi sirûda ‘Bê ku li benda rojek din bê mayîn, bang li her kesê dikin xwedî li HDP’ê derkevin’ çalakiye kirin. Kurdistanî li pêşiya Parlementoya Eyaleta Bremenê kom bûn û pankarta bi nivîsa ‘Berpirs diyar in, Soylû, Erdogan, Bahçelî û Odaga şer e’ vekirin. Piştî daxuyaniya hate dayîn û şûnde komeke faşîst êrîşî çalakvanan kirin. Du çalakvan birîndar bûn, li ser mudaxeleya polîan êrîş hate rawestandin.Çalakiya li pêşiya parlementoyê didome.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê jî êrîş û qetilkirina li ser HDP’ê hate protestokirin. Çalakî li pêşiay St. Denîs Kemar a Strasboûrgê hate kirin. Hêzên Demokrasiyê jî destek dan çalakiyê û dirûşma ‘Denîz Poyraz Namire’ qîr kirin.

Hevseroka Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Azad Dogan daxuyaniyek da û got: “Bi kuştinê hûn nikarin me bi qedînin, yek diçe hezar tê. Hêrsa me wê qet bi dawî nebe. Soz didin şehîdan wê têkoşîna me bi biryardarî bidome.”

Nûnerê ACTÎT Kemal Karanfîl jî axivî û diyar kir ku qetilê Denîz Poyraz dizane destnîşan kir ku wê bi têkoşîna hevar hesab ji van qatilan bixwazin.”

Çalakî bi dirûşman qediya

STOCKHOLM

Li ser banga rêxistina jin AMARA û NCDK-Swêd Kurdistanî û dostên wan li Qada Sergelsetorget a li navenda Stockholmê hatin gel hev û qetilkirina jina Kurd Denîz Poyraz protesto kirin.

Kurdistanî û dostên xwe li Stockholm a Swîsreyê êrîşa li ser HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz protesto kirin.

Piştî yek deqe bêdengî çalakî destpê kir û daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Rejîma faşîzan a AKP-MHP, hevkariya wan a bi komên çete re tenê li ser bingehê dijminatiya bi gelê Kurd re ye. Di van rojên dawî de dewlata Tirk  şerekî topyekûn li dijî hemû nirxên gelê Kurd li Bakur, Başûr û Rojhilat daye destpêkirin.  

Zihniyeta faşîst, ne jin, ne zarok nas nake û hemû gelê me kiriye hedef.  Vê êrîşê, careke din bi awayekî vekirî, ew rûyê reş û dijkurd ê hukumeta AKP-MHPê her wisa jî ew hêzên mîna NATO û YE ku piştgiriya wan dikin, eşkere kiriye.  Em dibînin ku êdî li ser erdnîgariya Tirkiyeyê bi navê demokrasiyê tiştek nema ye.  

Ji ber ku çeteyên ser bi dewlet û Suleyman Soylû, nîva rojê mirovan dikujin û polîs dengê xwe ji wan nake û hevkariyê dike. Em vê kuştin û kirina hovane ya li dijî hêzên demokratîk, gelê Kurd û HDP’ê şermezar dikin.  

Ev êrîşa li dijî HDP di heman demê de, destpêka êrîşeke berfireh a li dijî gelan e û lewra jî divê berxwedaneke berfireh, li hemû qadan were pêk anîn.  

Em wek KCDK-E bang li gel û hemû hêzên demokratîk dikin ku dengê xwe li her deveran bilind bikin û kiryarên dewleta Tirk şermezar dikin.”

Di çalakiyê de li gel hildana alên HDP, gelek wêneyên Denîz Poyraz hatin hildan.

Diruşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî HDP’ û ‘Bijî Berxwedana Gelê Kurd’ hatin qîrkirin.