Gel berê xwe didin Newroza Qendîlê

Komîteya Amadekar a Newroza Qendîlê ragihand ku hemû amadekariyên pîrozbahiya Newrozê qediyane û bi saetên êvarî re wê agirê Newrozê bê dadan.

Ji bo pîrozbahiya Newroza Qendîlê bi hezaran welatî berê xwe dane qada Newrozê.

Komîteya Amadekar a Newrozê diyar kir ku amadekariyên Newrozê qediyane û wê saetên avêrî agirê Newrozê dadin.

Heta niha bi hezaran welatî ji bajarên cihê yên Başûrê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê berê xwe didin qendîlê.

Ji ber ku sala borî ji ber mercên tendurîstî Newroz nehate pîrozkirin, ji ber wê yekê tê pêşbînîkirin ku bejdarbûna welatiyan a ji bo Newrozê û dîsa coşa wê cêwaz û bi coş be. Li aliyê din bandora berxwedana gerîla ya li Garê jî li ser tevlîbûna gel a zêde ya Newrozê jî kiriye.