Festîvala Mirovahiyê dest pê kir
Festîvala mirovahiyê ya ku ji hêla rojnameya Humanîte ve tê lidarxistin, bi panêl, pêşangeh û konseran duh dest pê kir. Di festîvalê de CDK-F û konê Kurdistanê jî li beşê Gundê Mirovahiyê cih girt.
Festîvala mirovahiyê ya ku ji hêla rojnameya Humanîte ve tê lidarxistin, bi panêl, pêşangeh û konseran duh dest pê kir. Di festîvalê de CDK-F û konê Kurdistanê jî li beşê Gundê Mirovahiyê cih girt.
Festîvala Mirovahiyê ku her sal ji hêla organa weşanê ya Partiya Komunîst a Fransayê, L'Humanîte ve tê lidarxistin Înê piştî nîvro bi panêl, pêşangeh û konseran dest pê kir. Tê payin ku 3 rojan nêzî milyonek kes tevlî festîvala li Parc Departemental a La Courneuveyê bibe. Înê li gel greva Metroyê ya Parîsê jî sed hezar kes tevlê bûn.
CDKF- û konê Fransa Kurdistanê jî di beşê Gundê Mirovahiyê de cih bigire. France Kurdistan kampanyaya ji Selahattîn Demîrtaş re azadî da destpêkirin, her wiha pirtûkên Demîrtaş ên Fransayê çawa wan a Fransî jî li standê hatin nîşandan. Şemiyê bi tevlêbûna nûnerên HDP'ê û CDK-F'yê wê panêl werin lidarxistin. Birûşor û pirtûkên ku bûroya karê derve ya CDK-F'yê hazir kirin li kon têne nîşandan. Kardestên Koperatîfa Jinan a Parîsê hatin ber destê kesên ku tevlî festîvalê bûn. Tevahî rojê stranbêjên TEV-ÇEND'ê stran gotin. Di standê de endamên Tevgera Jina Kurd û Drancy, Xebatkarên Vîllîers Le Bels a Navenda Civaka Demokratîk jî li aşxaneta Kurd xwarinên Kurdan didin.
Duh li ser navê CDK-F Cemîle Renklîçay û li ser navê France Kurdistanê Sylvîe Jan axaftin kirin. Renklîçay jinên Kurd ku li dijî DAÎŞ'ê û barbariyê li ber xwe dan slav kirin û bal kişande ser qeyûm û êrîşên li ser Kurdan. Sylvîe jî bal kişande ser wekîl û şaredarên HDP'ê yên girtî. Renklîçay bang li hêzên demokrasiyê yên cîhanê û bi sed hezaran kesên li qadê kir ku pişta Kurdan bigirin.