FCDK/KAWA 3’emîn Kongreya xwe pêk anî

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdisaniyan (FCDK-KAWA) a li Elmanyayê kar û xebatên xwe dike 3’emîn Kongreya Asayî ya xwe li Darmstadtê pêk anî.

FCDK/KAWA 3’emîn Kongrya Asayî ya xwe li Darmstadt a Elmanyayê pêk anî. Di kongreyê de ku nêzî 100 delegeyên ji nûnerên saziyan amade bûn, Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer axivî û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bibîr anî.

Koçer destnîşan kir ku bi xebatên dîplomasî û çandî yên hê zêdetir bên kirin, rêxistinkirine ku ji bo civakê bibin bersiv kirine hedef û got: “Li hemû bajarên ku gelê me lê dijî, wê nûnertiyên xwe yên civakî hilbijêrin û ji bo pêwîstiyên gel bibin besiv.”

Li ser navê CÎK’ê jî Mele Muhyettîn axivî û diyar kir ku hêza gelê Kurd a yekîtiyê heye û got: “Li dijî gelê me Îslamê dike maske û qirkirinê dikin. Em li Ewropayê li dijî vê bi awayekî rewa têkoşînê dikin, em ê desthilata faşîst a AKP-MHP2ê tehşîr bikin.”

Li ser navê MAR-DEF’ê jî axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku li Tirkiye û Kurdistanê li dijî gel û baweriyan zilmekî faşîzan tê kirin.

Piştî xwenedina rapora xebatê û nirxandina wê û şûnde, kongre bi hilbijartinê dewam kir.

Di encama hilbijartinê de Songul Çelîk û Emîn denîz bûn hevserok.