‘Em ê li her qadê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin‘

Çalakiya Kurdistaniyên ku li ber avahiya NY‘ê ya li Cenevreyê hatibû destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Di çalakiyê de Kurdistaniyan anî ziman ku ew ê li her derê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Kurdistanî û dostên wan duh li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya Kurdistaniya di roja duyemîn de berdewam dike. Di çalakiyê de Kurdistaniyan êrîşên dagikirinê û hevkariya PDK’ê şermezar kirin. Her wiha Kurdan di çalakiyê de bal kişandin li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla tê bikaranîn û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.

‘EM Ê LI HER QADÊ LI BER XWE BIDIN‘

Di çalakiyê de forma ‘Li ser xeta Berîtan“ hate lidarxistin. Newroz Agirî di forumê de têkoşîna Bêrîtan nirxand û got: "Li têkoşîna me timî xiyanet hatiye ferzkirin. Lê belê têkoşîna Apoyî her tim li ber xwe daye û ev xiyanet vale hatin derxistin. Hûn nikarin PKK'ê ya bi pêşengiya berxwedana jinê weke terorîst bi nav bikin û bikar bînin. Çawan ku di sala 1992’an de Berîtan li ber xwe da û îro jî rêhevalên Bêrtîtan li ber xwe didin. Divê NATO ji Erdogan re bêje ‘raweste’. Çawan ku gerîlayên YJA-Star li Kurojahro li ber xwe didin, em ê ji weke jinên Kurd ên li Ewropayê li her qadê li ber xwe bidin. Wê jinên Kurd bi tu awayî bêdeng nemînin û li her qadê li ber xwe bidin.“

Agirî anî ziman ku niha bi rêya Malbata Barzanî xiyanet li gelê Kurd û gerîlayên azadiyê tê kirin û ev tişt got: “Di êrîşên dagirkeriyê de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ev sûcê mirovahiyê ye. Di serî de NY’ye û hemû mirovahî divê li hemberî vî sûcê dengê xwe bilind bike. Bêdengiya hevkariya vî sûcêye.“

Çalakî bi dirûşme û çepikan berdewam dike.