Elewiyan çelenga reş danîn ber avahiya Balyozxaneya Tirk a Londonê

Rêxistinên Elewiyan ên ku li ber Balyozxaneya Tirk a li Londonê hatin ba hev, bertek nîşanî pêşnûmeqanûna “Serokatiya Çand û Cemxaneya Elewî Bektaşî” da û çelenga reş danîn ber avahiya Balyozxaneya Tirk a li Londonê.

Li ser banga Federasyona Elewiyan a Îngilistanê, gelek kes li ber Balyozxaneya Tirk a li Londonê li hev civiyan û pêşnûmeqanûna “Serokatiya Çand û Cemxaneya Elewî Bektaşî“ şermezar kirin.

Di çalakiya ku Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk piştgirî dayê de dirûşmên "Em ê nebin Elewiyên dewletê", "Em Elewî ne, em mafdar in, em ê bi ser bikevin", "Elewîtî heye, Elewîtî maf e ", “Cemxane cihên me yên îbadetê ne" hatin berzkirin. Di çalakiyê de Hevseroka BAF'ê Dîlek Încedal û Hevserokê Mala Cemê Îbrahîm Has axivîn.

Axaftvanan bertek nîşanî pêşnûmeqanûnê dan û gotin: “Weke Îmam Huseyîn li Kerbelayê, Hûnkar li Anatolyayê, Pîr Sultan li Banaz, Şah Kalender li Nurhakê, em ne dev ji îmana xwe berdidin û ne jî ji rêya xwe vedigerin. Helwesta Huseynî ya ku ji Kerbelayê mîrate me û şîara me ye. Divê êdî desthilatdariya siyasî vê bibîne, fêm bike û neçare pêk bîne. Elewî hene, Elewî li virin û Elewîtî maf e.“

Di axaftinan de hate diyarkirin ku Elewî hemwelatiya wekhev dixwazin û hat xwestin ku biryara DMME’yê were pêkanîn. Her wiha hat destnîşankirin ku Elewî wê pênase û destdanan qebûl nekin û gotin: "Cem îbadeta me ye û Cemxane jî îbadetxaneya me ye.“

Piştî axaftinan, bi çepik û berzkirina dirûşmeyan çelenga reş danîn ber avahiya Balyozxaneya Tirk a li Londonê.