Ji bo Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re du panel hatin lidarxistin

Li Finlandiyayê ji bo Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re li ser Sîstema Îmraliyê du panel hatin lidarxistin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî û Turkuyê têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser gelê Kurd panel hatin lidarxistin. Di panelan de ku ji aliyê Pirtûkxaneya Rosebud a Tora Piştevaniyê ya bi Kurdistanê re a Helsînkî û Kolektîfa Xaça Reş a Anarşîst a li Turkuyê ve hatin lidarxistin, hate destnîşankirin ku tecrîda Îmraliyê nayê qebûlkirin.

Li Helsînkiyê ji rêxistinên parêzeran OHD û MAF-DAD Rengîn Ergul têkîldarî rewşa hiqûqî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa tecrîdê agahî da. Her wiha ji Akademiya Modernîteya Demokratîk Martî Odena jî anî ziman ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rewşa giştî ya gelê Kurd û ji polîtîkayên îmhayê û şirîkatiya sûc a hêzên navneteweyî ne cuda ye.

Nûnerên rêxistinên çep a Finlandiyayê jî tevlî nîqaşan bûn.