‘Dayîna rayeya seferberiyê ya ji serokê partiyê re bi pirsgirêk e’

Parêzer Ramazan Demîr anî ziman ku dayîna rayeya ragihandina seferberiyê ji Serokkomar ê ku di heman demê de serokê partiyê ye bi pirsgirêk e.

RAYEYA SEFERBERIYÊ

Di 21’ê Gulanê de “Rêgeza Seferberî û Rewşa Şer" hat betalkirin û li şûna wê "Rêziknameya Seferberî û Rewşa Şer" hat kirin. Ev biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi vê rêziknameyê re di rewşa şer, serhildanek an li hemberî Komarê çalakiyeke xurt û bihêz derkev holê, Serokomar dikare biryara ragihandina seferberiya giştî yan jî qismî bide. Ev rayeya ku berê di destê Lijneya Wezîran de bû, niha bi hin guhertinan dane Serokkomar Recep T. Erdogan ku di heman demê de Serokê Giştî yê AKPê ye. Parêzer Ramazan Demîr derbarê mijarê de agahî da ANF’ê.

Ramzan Demîr diyar kir ku 'Rêziknameya Seferberî û Rewşa Şer' her çendî bi pergala yek zilamî re lihevhatî be jî bi pirsgirêk e. Demîr got ku çalakiyên mîna Geziyê yên xwepêşandanên aştiyê ji hêla Serokkomar ve weke serhildan hate pênasekirin û bendên rêziknameyê dikarin bên sepandin û wiha got: “Ev guhertina ku bi fikariyeke cidî ya raya giştî hate şopandin, di nava şert û mercên antîdemokratîk ên heyî de di nava civakê de xemgîniyeke kûr derxist holê. Ya rastî berê rayeya ragihandina seferberiyê û rewşa şer di destê Lijneya Wezîran de bû, di pergala nû de jî ev raye dane  Serokkomar.”

MAFÊN DESTÛRA BINGEHÎN DIKEVE XETEREYÊ

Parêzer Demîr der barê rewşên ku wê li ser biryara kesekî derkeve holê wiha anî ziman: “Tişta herî girîng ew e ku her çend ev rêgezek qanûnî ya pergala serokomariyê ye jî, ji serokkomar re rayeyeke wisa girîng tê dayîn ku tevahiya welêt eleqedar dike. Mînak xwepêşandanên aştiyane yên weke Geziyê ji aliyê serokkomar ve weke serhildan an jî raperînê bê pênasekirin û li pêşiya bicihanîna bendên rêziknameyê tu astengî tine. Ji ber vê jî divê neyê jibîrkirin ku serokkomar jî weke serokê partiyeke siyasî bikaranîna mafên destûrî ji bo xwe weke gefekê bibîne û rêziknameyê têxe meriyetê.”