Ciwanên Kurdên ên li Ewropayê xwe ji meşa dirêj re amade dikin
Ciwanên Kurd ên li Ewopayê ji bo meşa 10'ê Sibatê ya ku wê ji Manheîmê ya Elmanyayê dest pê bike, xwe kar dikin.
Ciwanên Kurd ên li Ewopayê ji bo meşa 10'ê Sibatê ya ku wê ji Manheîmê ya Elmanyayê dest pê bike, xwe kar dikin.
Hate gotin, ji bo meşa ku wê bi dirûşmeya ''Dema wê hatiye, serî rake, komployê parçe bike, Rêbertî azad bike'' hazirî didomin.
Komîteya Amedekariyê ya Meşa Mezin, diyar kir ciwan 10'ê Sibatê Şemiyê li Manhemîmê wê werin cem hev û 10'ê Sibatê Yekşemê dest bi meşê bikin.
Meş wê ber bi bajarê Hockenheîmê ve were kirin, rawestgeha dawî ya meşê 16'ê Sibatê, Strasboûrg e. Komîteyê diyar kir li dijî komploya navdewletî û ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocacalan şermezar bikin wê bimeşin.
Komîteya Amedekar bi bîr xist ku grevên birçîbûnê hatine rewşeke krîtîk û gotin, ew li benda tevlêbûneke geş in.
Komîteyê afîşên danasînê yên meşê jî weşand. Afîş bi Kurdî, Tirkî, Elmanî, Fransî û Ingilizî hatine hazirkirin.
Komîteya Amadekar têkilî meşê got: ''Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin li zindanan, li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê têkoşîneke mezin heye. Greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven dayî destpêkirin, di serî de ji bo ciwanên Kurdistanê, ji bo hemû gelê me, banga serhildanê ye. Bi Meşa Dirêj a ku wê 10'ê Sibatê li Manheîmê dest pê bike, em dixwazin bibin bersiv ji vê bangê re. Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo, a dijî mirovahiyê di cih de rabe û azadiya fizîkî were bicihanîn. Di Meşa Dirêj de bi vê daxwazê em ê di çalakiyê de bin. Li kûdera Ewropayê dibin bila bibin, em bang li hemû ciwanên Kurd, jinên ciwan û hevalên xwe yên enternasyonalîst dikin ku tevlî vê Meşa Dirêj bibin.''