Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin dikin

Ciwanên Başûrê Kurdistan li dijî êrîşên dagirker berbi rêxistinbuyinek hevbeş ve diçin.

Şandeyek ji Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li Silemanî çûn serdana Partiya Goran û bi endamên wan ên ciwan re hevditînek pêk anîn. Armanca serek ya hevditînê ew bû ku platformek ciwanan li dijî êrîşên dagirker bê avakirin. Di hevditînê de endamên Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer der barê êrîşên dagirker li ser axa Başûrê Kurdistan û taybet li ser Herêmên Parastina Medya niqaşkirin. Li ser erk û berpirsyartiya ciwanan di vê pêvajoyê de niqaşên germ hatin meşandin.

Ciwanên Partiya Goran serdana Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi keyfxweşî pêşwazî kir û di encama hevditînê de fikrek hevbeş li ser helwesta li dijî êrîşên dagirker derket holê. Ciwanên Goran daxuyakirin ku ew amade ne ji bo her erk û berpirsyartiya ku dikeve ser milê wan û ew ê li dijî dagirkeriya tirk bêdeng nemînin.