Ciwanan li Londonê li dijî tecrîdê çalakî kirin

Ciwanan li Londonê ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî belavok xistin qutiyên postayê yên malan û danîn ber wesayitan.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) li paytexta Îngilistan Londonê di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kirin.

Ciwanan danê êvarê belavok xistin qutiyên postayê yên malan û danîn ber camên wesayitan.

Ciwanan diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê her tim çalakiyan li dar bixin û destnîşan kirin ku azadiya Ocalan nêz e.