Berxwedana Strasboûrgê 80’î roj li pey xwe hişt

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê 80’î roj li pey xwe hişt. Serdanên piştgirîdayînê yên Kurdistaniyên ji welatên cuda yên Ewropa didomin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ya 14 çalakgeran 80’î roj li pey xwe hişt û çalakî bi birydardarî diodme. Di roja 80’î ya çalakiyê de gelek Kurdistaniyên li bajarên cûda ên Ewropayê dijîn serdana çalakgeran kirin.

Îro nava rojê ji bajarên cûda gelek Kurdistaniyan serdana çalakgerên grevê kirin. Îro komeke Kurdistanî yên ji bajarê Lubeck a Elmanyayê û endamên Meclîsa Midyadiyên Ewropayê serdana berxwedêrên grevê kir.

JI GELEK BAJARAN SERDANÊN PIŞGIRÎDAYÎNÊ

Li ser navê koma ji Lubeckê Nasir Akgul axivî û got; “Piştgirîdayîna berxwedana li dijî tecrîdê têrê nake divê gelê Kurd bi topyekun di nava çalakiyan de bin. Bi xwedîderketina gel a li Rêbertî re ew ê politîkayên faşîzan ên dewleta Tirk têk biçe.”

MECLÎSA MIDYADIYÊN EWOPAYÊ PIŞTGIRÎ DA ÇALAKIYÊ

Danê êvarê Meclîsa Midyadiyên Ewropayê serdana çalakgeran kir û li ser navê komê Îzeettîn Yildirim axivî, berxwedêr silav kir û daxwaza serketinê kir. Yildirim ragihand ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan tecrîda li ser gelê Kurd e û got, destgirtina tecrîdê bivî awayî gelek girîng e.

Îzzettîn Yildirim wiha domand; “Li dijî tecrîda dij mirovahî ya li ser Ocalan grevên birçîbûnê ku şîdet nav de nîne çalakiyekî demokratîk û mirovî ye. Divê gelê Kurd bihêz li dora çalakiyan bibe xelek. Hemû mirovahiya ku azadî û demokrasiyê dixwazsin divê deng bidin dengê gelê Kurd û dem dema şikandina bêdengiya li dijî tecrîdê ye.”

Îzzettîn Yildirim got bi berxwedana grevên birçîbûnê re dîrok tê nivîsin û wiha gotinên xwe dawî kir; “Bi teqez ew ê ev berxwedan serbikeve.”

KURÊ MAM ZEKÎ ŞENGALÎ JÎ LI STRASBOÛRGÊ BÛ

Li aliyê din kurê Endamê Koordînasyona Êzidî Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku sala derbasbûyî li Şengalê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetil kirin, Îskender Şengalî jî hate serdana çalakgerên greva birçîbûnê û berxwedêr bi tenê ne hişt.

Şengalî serdana çalakgeran kir û çalakgerên greva birçîbûnê gotin berxwedan di heman demê de dewama berxwedana Mam Zekî Şengalî ye.