Bêdengiya Fransayê ya li hemberî êrişên nijadperestên Tirk hate şermezarkirin

Têkildarî êrişên li Lyonê saziyên Fransî, Kurd, Tirkiyeyî, Tamîlî û Ermen deklarasyoneke hevpar weşandin û bêdengiya hikumeta Fransayê şermezar kirin.

Li bajarê Lyon ê Fransayê, komek ji nijadperestên Tirk ên bi navê 'Gurên Boz' êriş birin ser komeleya Kurdan. Bêdengiya hikumeta Fransayê ya li pêşberî vê êrişê bi deklarasyoneke hevpar hate şermezarkirin ku deklarasyon li rojnameya I'Humanite hate weşandin.

Deklarasyona hevpar wiha ye:

"Bêdengiya hikumeta Fransayê ya li pêşberî êrişa Gurên Boz a li Lyonê li dijî Kurdan kir, destwerdana Tirk xurtir dike.

Komek ji 20 endamên rêxistina Gurên Boz 3'ê Nîsanê roja Şemiyê saet di 14:30'î de avêt ser avahiya Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê ya li Lyonê.

Nijadperestên ku rûyê xwe pêçandibûn, bi çoyên ji kesin û kêrê êriş birin ser endamên komeleyê. Du jê giran 4 kes birîndar bûn û raikrin nexweşxaneyê.

Di nava van du hefteyan de êrişa duyemîn a Tirkên Îslamîst ên faşîst e ku li Lyonê li dijî komeleya Kurdan dikin. Eşqiyayên Erdogan li Fransayê bi taybetî êrişî Kurdan û Ermenan dikin, lê bi giştî ev yek tê wateya êrişa li ser muxalîfan hemûyan.

Hikumeta Fransayê piştî êrişên li Lyon û Dijonê yên li dijî civaka Ermenan ragihand ku jihevxistina rêxistina 'Gurên Boz' hatiye pêşniyarkirin. Lê belê ev çeteyên Tirk ên Îslamîst-faşîst li xaka Fransayê êrişên xwe dewam dikin û kes dest nade wan.

ARMANC KAOS E

Em van êrişên nijadperestiyê ku li Fransayê kaos, rageşî û nefretê diafirîne, bi tundî şermezar dikin. Yên ku ev êriş kirine divê bên tespîtkirin û darizandin.

Li hemberî êrişên li dijî KUrdan û muxalîfan, em bang li civaka sivîl a Fransayê dikin ku baldar be.

Em bang li rayedarên hikumeta Fransayê jî dikin ku li dijî van êrişên metirsîdar bikevin nava liv û tevgerê, ji bo ev alîgirên tundiyê yên rejîma Tirk li Fransayê bêhtir zerarê nedin, tedbîrên xurt werbigirin."

YÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ DEKLARASYONÊ

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê
Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê ya li Lyonê
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê
Konseya Koordînasyona Komeleyên Ermen li Fransayê
Weqfa Daniel Mitterrand
Koordînasyona Piştevaniya Neteweyî ya Kurdistanê
Lîga Mafên Mirovan
Navenda Hewldana Piştevanî û Lêkolînê
Însiyatîfa ji bo Cîhaneke Cuda
Komeleya Mala Tamîl Ealam
Yekîtiya Welatiyên bi Eslê xwe Tirkiyeyî
Tevgera Dostaniya Navbera Gelan û Dijberiya Nijadperestiyê
SOS Racisme
Tevgera Aştiyê
Komeleya Dostaniya Kurd a Lyon û Rhone-Alpes
Komeleya Dostaniya Kurd a Bretanya
Komeleya Azadiyê ya Provence & Piştevanî
Komeleya Piştevaniyê ya France-Kurdistan
Komeleya Iseroise ya Dostaniya Kurd
Komeleya Dostaniya Kurd a Alsace
Komeleya Sarthosi a ji bo Cîhaneke Mirovî
Partiya Komunist a Fransayê
Partiya Çep
Partiya Keskan a Ekolojî ya Ewropayê
Yekîtiya Komunîst a Azadîparêz
Partiya Antîkapîtalîst a Nû