Aktîvîstê Kurd Bilêse Omar li Stockholmê hate bîranîn

Aktîvîstê ciwan ê ji Başûrê Kurdistanê Bilêse Omar ku dawiya hefteyê li paytexta Swêd Stockholmê li deya xwe ya li Otela Sheratonê mirî hate dîtin, bi çalakiyekê hate bîranîn.

Malbat û hevrêyên Omar li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê rojên Înî û Şemiyê serdanên sersaxiyê pêşwazî kirin. Êvara Şemiyê jî bi beşdariya Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê çalakiyeke berfireh a bîranînê hate lidarxistin.

Wêneyên ji demên cuda yên jiyana Omar li ser maseyekê hatin danîn û unîforma Omar a di dema berxwedana Kobanê de li xwe kiribû, hate nîşandan.

Nivîskar Hamîd Abdula bi navê malbata Omar axivî û spasiya beşdaran kir. Piştre jî qala jiyan û têkoşîna Omar kir.

Hevalên nêz ên Omar, Şadiman û Çiya jî qala bîranînên xwe yên bi Omar re kirin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skandînavyayê Ridvan Altûn jî diyar kir ku Omar ciwanekî Kurd ê piralî bû, di temenekî ciwan de tevlî karên siyasî û çandî bû.

Hamîd Abdulla piştî çalakiya bîranînê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji ber lêpirsîna polîsan a têkildarî mijarê bi dawî nebûye, li ser sedema mirina Omar ew nikarin daxuyaniyekê bidin.

Di çalakiyê de her wiha li ser jiyana Omar û têkoşîna wî ya li Rojava sînevîzyonek hate nîşandan.