Şehîdên Parîsê bi awayek girseyî hatin bîranîn - HATE NÛKIRIN - II

Şehîdên Parîsê li bajarên Elmanya û Fransayê hatin bîranîn. Sercan Aydin di merasîma li Marsîlyayê de axivî û bang li gelê Kurd kir ku li dora têkoşîna heqîqetê kom bibin.

Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an li heman bajarî hatin qetilkirin, li bajarên Marsîlya û Lyon ên Fransayê û paytexta Fransa Parîsê û bajarên Freîbûrg, Nurnberg û Stûttgart ên Elmanyayê merasîmên girseyî hatin lidarxistin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin bîranîn.

Bîranîn li salona la Roses a Marsîlyayê saet 14.00’an bi tevlêbûna bi sedan kesan hat lidarxistin. Li salonê wêneyên şehîdan û pankartên ku zimanên cuda li ser “Şehîd namirin” hatibûn nivîsîn, hatin daliqandin. Ji ber tevlêbûnek girseyî pêk hat, tedbîrên ewlehiyê di asta herî bilind de hatin girtin. Piştî girse derbasî salonê bû, bername bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê hunermend Diyar Mahrovî ji bo bîranîna şehîdan lorand.

‘EV ŞERM A FRANSA YE’

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) Zozan Serhat axivî. Zozan destnîşan kir ku jinên Kurd wê vê komkujiyê qet ji bîr nekin û heta ev komkujî tê ronîkirin, wê têkoşîna wan bidome û anî ziman ku komkujiya duyemîn jî şerma Fransayê ye. Zozan got ku gelê Kurd serê xwe netewandiye û wê netewîne.

Piştî axaftina Zozan Serhat, sînevîzyon hat temaşekirin. Birayê Evîn Goyî, Mûstafa Goyî yê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi rêya telefonê tevlî bîranînê bû û kurt axivî. Mûstafa Goyî diyar kir ku têkoşîna Evîn Goyî bê navber dewam dike û got ku gelê Kurd wê vê alê qet nexîne erdê.

Piştre Sercan Aydin jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew destkeftiyên gelê Kurd di şexsê Sara, Rojbîn, Ronahî û Evînê de deydarê şehîdan e û got: “Têkoşîna Heqîqetê li ku derê bê dayîn, dijmin li wir xwe nîşan dide.” Aydin bang li gelê Kurd kir ku li dora vê heqîqetê kom bibin. Aydin destnîşan kir ku xwedî derketina li şehîdan, xwedî derketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Aydin herî dawî ragihand ku faîlê rast ê vê komkujiyê dewleta Tirk a dagirker e.

Koroya Zarokan a NCKD’ê ya Marsîlyayê helbesta Ebdûlla Peşêw a “Ta Ku Çiraya Me Geş Nebe” xwend û piştre merasîm bi çepik, tilîlî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi tevlêbûna bi sedan kesan Şehîdên Parîsê hatin bîranîn. Ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama TJK-E’yê Bêrîtan Amanos axivî û diyar kir ku dijminê wan bi hedeftina jinên Kurd, nîşa dide ku çiqas ji jinên Kurd ditirsin.

Amanos qala bîranînên xwe yên bi Sakîne Cansiz û Evîn Goyî re kir û wiha got: “Ev heval weke jin nexşeyên me yên azadiyê ne.”

Piştre li ser navê malbata Şehîd Evîn Goyî, Yadê Fatê axivî. Yadê Fatê anî ziman ku Şehîd Evîn di tevahiya jiyana xwe de, timî hînker bû û di heman demê de jî hîn dibû.

Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç ku tevlî merasîmê bû, got ku bi qetilkirina Mîr Perwer, neyartiya li dijî hunera Kurd derketiye holê. Koç, anî ziman ku Abdûllah Kizil jî welatparêzek bûye ku heta sax bûye bedel ji bo gelê xwe daye.

Hevserokê NCKD’ê yê Freîbûrbê, bi lêv kir ku pêvajoyeke têr û tije li pêş wan e û banga tevlêbûna çalakiyê kir ku wê di navbera 23-25’ê Çileyê li Strasboûrgê bê lidarxistin û Meşa Dirêj a girseyî ku wê 11’ê Sibatê li Strasboûrgê bê kirin.

Bîranîn, bi nîşandana sînevîzyonê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

NURNBERG

Ji bo endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Kurdê welatparêz Abdûrrahman Kizil ku 23’ê Kanûna sala 2022’an li Parîsa paytexta Fransayê hatin qetilkirin, li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk merasîm li dar xist. Merasîm ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji rêveberiya NCKD’ê Naîme Qamişlo axivî. Naîme Qamişlo bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û ev tişt diyarkirin: “Dewleta Tirk a faşîst û qirker, ji bo rakirina ji holê ya destkeftiyên Kurdan êrîşên bi her awayî yên nemirovî dike û dixwaze ku Kurdan qetil bike. Li çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî yên qedexekirî êrîş dike. Li Rojava bi çekên bêmirov ên biçek her roj sivîlan qetil dike. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku bi vê nema, wek 10 sal berê dîsa qetlîam li nava Parîsê kir. Jinên pêşeng, hunermend û jin hatin qetilkirin. Em baş dizanin ku armanca yên ev qetlîam kirin, Kurd in.”

Naîme Qamişlo, bang li dewleta Fransayê kir û xwest ku her du komkujiyên Parîsê, bên ronîkirin.

PARÎS

Ji bo bîranîna Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên di komkujiya li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de şehîd bûn, li ber banliyoya Vîllîers Le Bell a li paytexta Fransa Parîsê, merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi pêşengiya TJK-F’ê hat lidarxistin. Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan, bîranîn destpê kir.

Gelek kes tevlî merasîmê bûn. Li navê TJK-F’ê Fîdan Yildirim axivî, Şehîdên Parîsê bi bîr anî û qaşa pêvajoya li ser esasê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Piştre li ser jiyana şehîdan, sînevîzyonek hat temaşekirin. Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû û car din soza girêdanbûna bi têkoşîna şehîdan re hat dayîn.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya TJK-E’yê ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê merasîm hat lidarxistin. Bi sedan kes tev li bîranînê bûn.

Li Kulturhaûsê ya Stûttgartê xizmên Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil jî tev li bîranînê bûn. Find hatin vêxistin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat nivîsîn. Li salonê wêneyên kesên li Parîsê hatin qetilkirin, şehîdên demên dawîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

‘EM Ê SOZA XWE YA JI ŞEHÎDAN RE, BI CIH BÎNIN’

Li ser navê KOMAW’ê Şengê Kahraman axivî û wiha got: “Ev dijmin ewqas ji me ditirse ku roj be roj, gav bi gav derfet bibîne me qetil dike. Bila her kes bizane ku em natirsin, em baweriya xwe ya ji serkeftinê re winda nakin. Em ji êşên xwe hêz digrin. Em ê soza xwe ya ji Serok Apo û şehîdan re, bi cih bînin.”

‘JIN WÊ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’

Di axaftina li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hat kirin de, wiha hat gotin: “Nasnameya berxwedanê her tim, li cihên ku komkujî, êşkence û zext lê ne bêhtir pêş dikeve. Ev hevalên me bi tesadufî nehatin qetilkirin. Heval Sara ji avabûna PKK’ê heta şehadeta xwe, bi Rêbertî meşiya. Gelek komkujî bi serê me hatine. Zîlan, Agirî, Roboskî û Mereş. Jin wê dest ji têkoşînê bernedin.“

‘ME TÊKOŞÎNA WAN DEWR GIRT’

Li ser navê TEV-ÇAND’ê Garîp Nûrhak jî axivî û got ku gelê wan xwedî li şehîdan derdikeve. Nûrhak helbesta ku li ser şehîdan nivîsandî, xwend. Piştî axaftinan sînevîzyon hat temaşekirin. Ozan Comert stran gotin. Malbatên şehîdan hatin vexwendina ser dikê. Meta Mîr Perwer, Mîhra Aydin, biraziyê/a Abdûrrahman Kizil Denîz Bapîr û Xwişka Sehîr Denîz (Xatîce Ateş) a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, Gulistan Ateş li vir axivîn û wiha gotin: “Me têkoşîna şehîdan dewr girtiye û em ê heta dawiyê bidomînin.“

 Di merasîmê de bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê, Veysî Taş û Mehmek Akar ên ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir, şehîdên MLKP’ê Ozgur Namal û Zekî Gurbuz, meşek hat lidarxistin.

Meş li qada Bellecoûr destpê kir û gelek Kurdistanê û dostên wan tevlî meşê bûn.

Meş li Navenda Çanda Mezopotamyayê bi dawî bû. Piştre çalakî bernameya bîranînê dewam kir.