BI DÎMEN

Şehîd Senar Zagros li Duîsburgê hate bibîranîn

Senar Zagros ê ku di 9’ê Tebaxa 2021’an de li Hamburgê şehîd bû, li bajarê Duisburg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate bibîranîn.

LI DUÎSBURGÊ BÎRANÎN

Senar Zagros (Serhat Goksu) ê ku li Hamburgê dihate dermankirin di 9’ê Tebaxa 2021’an şehîd bû. Bi boneya salvegera şehadeta Zagros li bajarê Duîsburgê çalakî hate lidarxistin.

Malbata şehîd Zagros jî beşdarî çalakiya bîranînê ya ji hêla KOMAW'ê ve hate lidarxistin bû. Di axaftina li ser navê KOMAW’ê de hate diyarkirin ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê mîrateya şehîdan e û hate destnîşankirin ku divê her kes piştgiriyê bide têkoşînê.

Di axaftinên li ser navê malbatê de hate gotin ku şehîd Senar evîndarekî mezin ê Kurdistanê bû û wesiyeta wî ”Her tim berê xwe bidin Kurdistanê" bû.

Di axaftina li ser navê TCŞ-E’yê de hate diyarkirin ku bi xwedîderketina bîranîna şehîdan wê têkoşîn mezintir bikin.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.