Şandeya DEM partiyê li Romayê gelek hevdîtin pêk anîn

Şandeya DEM Partiyê li Romaya paytext bi rayedarên parlamentoyê û partiyê siyasî re gelek hevdîtin pêk anîn.

Şandeya ku ji Alîkara Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ya ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Ebrû Gunay, Berpirsê Desteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk û Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê  Mehmet Ruştu Tîryakî û Nûnerê Ewropayê Eyyûb Dorû pêk tê di 18 û 20 Hezîranê de bi armanca pêkanîna hin hevdîtinan çû Roma ya paytextê Îtalyayê.

Şandeyê bi nûnerên Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Îtalyayê re hevdîtinek pêk anî. Seroka Komîteya Mafên Mirovan Laûra Boldrînî  jî beşdarî cîvîna şandeyê ya bi parlamenterên Îtalî re bû û di cîvînê de mijarên weke têkiliyên Tirkiye û Îtalyayê, geşedanên herêmî û hevkarîyê hatin gotûbêjkirin.  

Şandeyê li Parlamentoya Îtalyayê li gel nûnerên Partiya Tifaqa Kesk-Çep a di bin serokatiya Cîgirê Serokê Komê Marco Grîmaldî de jî cîvînek pêk anî û piştre jî li gel rêveberên Tevgera 5 Stêrkê cîvînek pêk anî.  Şandeya DEM Partiyê piştî civînên li parlementoyê li navenda giştî ya partiya muxalefetê  bi rêveberên Partiya Demokratîk re hevdîtinek pêk anî.

Her wiha şandeyê li gel rêveberên Partiya Avakirina Jinûve ya Komunîst, Potere al Popolo û rêveberên ji Yekîtiya Şaredariyên Îtalyayê  civînên cuda cuda pêk anîn. 

Şandeya DEM Partiyê wê piştî civina xwe ya îro ku wê li gel saziyên sivîl ên Îtalyayê pêk bîne, bernameya xwe ya Romayê bi dawî bike.