Çalakiya li ber NY’yê dom dike

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Cenevre a Swîsreyê a ku li ser esasê pêngava “Dem dema azadiyê ye” û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hatî lidarxistin, vê hefteyê jî dom kir.

Çalakiya rûniştinê ya Li bajarê Cenevre ya Swîsreyê ya ku li ser esasê pêngava “Dem dema azadiyê ye” û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her Çarşemiyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin, vê hefteyê jî dom kir.

Hevserokê Federasyona Demokratîk a Elewiyên (FEDA) Demîr Çelîk û Hevserokê Navenda Civaka Kurd ê Demokratîk (DTKM) Erdal Atasoy jî tevlî çalakiyê bûn.

Erdal Atasoy despêkê mafê axiftinê girt. Atasoy bi boneya şehîdên meha Gulanê di serî de Hakî Karer, her çar şehîd û Îbrahîm Kaypakkaya bibîr anî û got: “Heya ku pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bi serkeftinê encam dibe, emê li qadan bin û xwedî li berxwedana gerîla derbikevin.”

Piştre Demîr Çelîk mafê axaftinê girt. Çelîk bal kişande ser zilma ku di dirêjahiya dîrokê li civakan, bawerî û çandan hatine kirin û diyar kir ku ew li gorî pêdiyên baweriya xwe ya Rêya Heq di nava hewldanên ji bo rawestandina şerê ku îro ji aliyê Erdogan ve li ser qadên Gerîla û Başûrê Kurdistanê tê kirin de ne. Çelîk her wiha destnîşan kir ku vê gavê şer, dagirkerî û kavilkariya ku qet li erdnîgariya Mezopotamya kêm nebûye ji aliyê şefê faşîst Tayyîp Erdogan û bi hevkariya Barzaniyan tê kirin û got; “Ji ber ku heman terîqete weguherande firsendekê, PDK girte pişt xwe û dixwaze xewna xwe ya neo osmanîtiyê pêk bîne.”

Çelîk di dawiyê de ev bang kir, “Ez bang li hemû kesê dikim ku li dijî van bazirganên şerê hov û dermirovî bi hestyarî tevbigerin û ji bo demokrasiyê em bi hev re têkoşînê bikin.”

Piştî axaftinan çalakvanan pişta xwe dan NY’ê û li vir demek dirêj li dijî bêdengiya NY’ê bi dirûşmeyan çalakiyên xwe dom kirin.

Kurdistanî ji 25’ê sibatê 2021’an ve her roja Çarşemê li heman cihî ji bo azadiya Abdullah Ocalan xwestekên xwe tînin ziman û qala êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî dikin.