Zêmara ji bo Mam Zekî

Piştî meşê ez hembêz kirim, got, ‘’Êdî ez ê venegerim’. Min dest bi girî kir. Ji min xwest ku şehîd bikevim ez negirîm. Lê ez li ser soza xwe namam, giriyam. Dilê min peritî. Ez bawer nakim ku me ew ji dest dabe.

Sekna malbata Mam Zekî ya bi xurt bandorê li wan hemû kesan dike ku diçine serdanê. Zarokê wî yê biçû Xeyrî, ê mezin Iskender û Songul bi hemû kesan re ku têne sersaxiyê pêwendîdar dibin.

Keça Mam Zekî Hediya ya parêzer bûyereke ku dema meşê bi serê wê hatî wiha dibêje: ‘’Di meşa bîranînê de ez li pêş bûm. Welatîyekî li pişt min ji welatiyekî pirsî,

‘’Ez keça li pêş kî ye?

‘Ev keça heval Zekî ye’

‘Baş e, çima nagirî?’’

Hediye dema ku behsa vê diyalogê kirî, got, ‘’Dema ku bavê mirov şehîd dikeve, divê mirov bigirî? Hê fêhm nekirine, çima ez nagirîm. Ez çima bigirîm? Ez ê bikenim. Divê ez ji bo bavê xwe bilîlînim, divê ez li çepkan bidim. Divê em helwesteke wiha nîşan bidin. Dema ku ez bigirîm ez ê bavê xwe kêm biki. Ez ê bibêjim, bavê min, mir. Lê bavê min namire, şehîd e. Eynî weke dayika Cemîle ya li Cizîrê ku destê keça xwe hine kirî…Ez dixwazim wiha bibêjim, çima ez negirî me. Bila li nav çavê min binerin, wê fêhm bikim bê ka girî çiye. Ez ti tiştekî ku bavê min kêm bike, qebûl nakim.’’

Gotinên Hediye weke guleyekê ne.  Ji van gotinan diyar e bê ka Tevgera Azadiya Kurd civak, jin û ciwanên wê çawa guherandiye, xuya dike bê ka ciwanên çawa afirandiye.

Tenê Hediye? Hemû malbat wiha ye. Ez helwesta hevjîna Mam Zekî Gulê Xanim ji jinan dipirsim, ‘Dayika Gulê çawa wiha xurt e’’.

Û jin dibêjin:

‘’A rast kezeba wê dişewite, lê bawer dike ku divê ew xurt be. Ji bo zarokên xwe. Ev qas sala bi tena serê xwe zarokên xwe mezin kirin. Rojekê gazin ji jiyana xwe nekir. Çi dema ku me li Dayika Gulê guhdar dikir, digot, ‘li têkoşînê xwedî derkevin.’

Dayika Gulê jineke Kurd a kedkar e. Dayika şehîdan e, hevjîna şehîdan. Ne tenê şahidî ji têkoşîna 40 salî re kiriye, bi şev û roj ked daye. Bi Bêrîvan ,Rizgar, Elî û Bhiyeyan re bilêt belav kirine û afiş daleqandin.

Li ber awirên esîl ên Dayika Gulê li nav qêrînan dengê zêmarekê tê…Dayika Gulê bi gotinên ’’Em di dilê Êzîdiyan de ne. Em li çiya ne, li her deverê ne, namirin. Bi mirinê jî naqedin’’ dibe xemrevîn.

Şehadeta Mam Zekî weke zêmarekê tê guhdarîkirin. Zêmareke ku tê gotin a jineke Êzîdî ye, ku li Belçîkayê dijî:

‘Erê weyla li min, weyla li min weyla li min

Ez ê serê çiyayê Şengalê kevim, yadê wey bi dara

Agirê hedûmê bikeve mala van dijmin û van neyaran

Erê min ê xeberek stendiye nizanim bavê Leyla ne şehîd e, ne birîndar e

Ere li min li min li min

Erê Zekî heval nizanim çima şehîd e, yan jî birîndar e

Erê agirê hedûmê bikeve mala dijmin û neyaran

Lê lê me ferman e, li me ferman e 74 e

Erê Zekî heval çû bi hawara keçikê Ezîdxan ve

Erê hawar hawar hawar dîsa me ferman e

Erê agirê Helebê bikeve mala Erdogan ve’

EM HEJAR BÛN, PÊLAVÊN ME NEBÛN

Herî dawî dema ku ji bo Mam Zekî bibinim çûme Başûrê Kurdidstanê ji ber şerê Kobanê min ew nedît. Ez ji Zekî mestir im, ew biçûkê malbata me bû. Zekî mirovekî pir  zeraq bû. Ji ber sedema ku bavê me zû wefat kir diya me li me nerî. Ez bi Zekî re mezin bûm. Diya me kiribû ku em pir ji Zekî hez bikin. Ez û Zekî em bi hev re biçûn dibistanê. Nayê bîra min em diçûna pola çendan. Ji hejariyê pêlavên me nebûn. Dema ku em diçûn dibistanê li ser rêyê dirî hebûn. Tim min radihişt Zekî, da ku dirî di piyê wî re neçin. Me ew qas hijê dikir. Carinan dema ku em diçûn cem dayikê, ez tehf didam, digot, ‘na, ew dayika min e’. Me jî pir hijê dikir.

Ez dema 14 salî ji malbatê qut bûm û çûme ROjava. 1971’ê ez birim Elmanya, cem xwe. Zekî li Munîhê hate pêşiya min. Li hêwana ku ez li bendê bûm, dema ku rabûm ser piyan, tam dikira min bigota, ‘tu Smaîl î?’ ez hembêz kirim. Zekî got, ‘’Negirî, heta niha tu me dûr bûyî, êdî em gihan hev. Rojên dijwar çûn’. Diyaloga me û Zekî pir baş bû. 72’yan dema ku çûyî leşkeriyê, ez çûme cem amojinê.

SOZA KU DAYÎ ZEKÎ

83’yan bi Zekî re em çûne Rojava. Li Berlînê dema ku em li balefirgehê bûn, wêneyek şanî da û got, ‘’Xezal, rahêje vê, heke rojekê şehîd bibim, tê bidî kovara Berxwedan’. Wê demê televizyon nebûn. Min got, tu çilo wiha dibêjî, ez ê xwe bikujim.’’. Got, ‘Heke tu hij min dikî, tê hij hevalên min jî bikî. Heke hij hevalên  min nekî, hij min jî neke. Heke hevalên min hatin mala te, derî li wan negire.’’ Piştî vê, min gotiyê, ‘heta ku xwîn di canê min de hebe, hevalên te hevalên min in’’.  Min jî wiha soz dayê. Birayê min wiha têkoşiya. Herî dawî di cejna Êzîdiyan de me hev dît. Piştre min çakêt û gore jê re şandin.’’

HEVDÎTINA DAWÎ

Tê bîra min dema ku vegeriyayî welêt. Piştî meşekê ez hembêz kirim û got, ‘Ez nema vedigerim’’. Min dest bi girî kir heta bi malê. Em pir xemgîn bûn, zarokên wî biçûk bûn. Hevjîna wî hê pir ciwan bû. Me çi jî bigota me nikarîbû pêşiya wî bigirin. Ji ber ku biryara xwe dabû. Min kesî weke wî li ser soza xwe nedîtiye. Dema ku çûyî Rojava jî, got, heke ez şehîd bûm, divê tu negirî. Lê  ez li ser soza xwe nema. Ez pir pê êşiyam, bi gotinê nayê gotin. Dilê min diperite. Hê jî bawer nakim ku me ew ji dest daye. Ez bawer nakim kesekî dî yê wiha ji nav Kurdan derkeve.

Ên li cem min dibêjin, êdî ji şehîdbûna wî bawer bike. Lê bawer nakim. Ji ber ku ez bi birayê xwe re mezin bûm. Li Ewropa ez pê re mam. Ji dema ku tevlî vê têkoşînê bûyî ve em bi hev re bûn. Carinan xwe aciz dikir. Dema ku aciz jî dibû, weke ku dia dikir.

Ez bang li wan kesan dikim ku bi dewleta Tirk re hevkarî kirin; Zekî mirovekî demokrat bû, li ser rêya aştî û azadiyê bû. Di nav wan kesan ku di şehîdbûna Zekî de destê wan heye, heke Êzîdî hebin, divê zanibin, birayê min serbilind e. Çi kesê ku hatî dinê rojekê wê xatiran ji heyatê bixwaze, çend salan kêm an jî zêde. Bi şehîdbûna wî em çi qasî biêşin jî em ew qasî şanaz in.

Ji ber ku ew ji bo mirovahiyê şehîd bû. Lê yên ku li ser serê wî kom bûn bila ji xwe bipirsin, ew ê dinyayi bin? Ew ê bi bêrûmetiyê bimirin. Xwezî min karîbûya tevlî cenazayê birayê xwe bibim. Dema ku me bihîst ku Şengal tê bombekirin, min dest bi diayan kir, tiştek li dilê min qusiya. Wê rojê ez ne li jiyanê bûm…’

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka