YBŞ: Em Cejna Êzî li Rêber Apo û gelê xwe pîroz dikin

YBŞ’ê Cejna Êzî pîroz kir û banga yekîtî, hevalbendî, yekrêzî û têkoşînê kir.

Fermandariya YBŞ’ê Cejna Êzî bi daxuyaniyekê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em Cejna Êzî di serî de mîmarê Êzîdxana azad li Rêber Apo, li hemû gelê me yê Êzîdî û Kurdistaniyan pîroz dikim, hemû şehîdên xwe yên berz, ku kirin em li niştimanê xwe bi rengekî azad cejnên xwe pîroz bikin bi hurmet û minet bi bîr tînin."

Di dewama daxuyaniyê de komkujiyên bi ser Êzîdiyan de hate destnîşankirin û wiha hate gotin, "Em hêvî dikin ku bibe sedem ku li nav hemû gelên Rojhilata Navîn bi xwe re jiyaneke azad a li ser wekhevî û biratiyê bîne. Li gel pîrozkirina cejna gelê xwe, em sond dixwin têkoşîna ku statûyê û siberoja azad mîsoger bike geştir bikin û bikin sedema serdema nû.

Gelê me yek ji wan gelê herî dêrîn ê Rojhilata Navîn e ku gelek êş û azar dîtiye, hatiye qirkirin û ji ber sedema nasnameya bawerî û netewî bûye amanca êrîşên curbecur. Rengê vê yê herî berbiçav, mezintirîn trajediya sedsala 21’ê, di Fermana dawî de bi senaryoyeke pir biêş û gemarî hate nîşandan. Di şexsê gelê Êzîdî de hate xwestin ku keleha dawî ya mirovahiya berxwedêr, gewhera xwe ji dest nedayî, çanda jiyana wekhev û komunal a dîrokî ji dest nedayî, gemarî nebûyî û asîmîle nebûyî tine bikin. Lê bi berxwedaniya xwe ya bêhempa ya bi pêşengiya şehîdên me ku ev dikeve sala 4’an, berovajî yên ku di dîrokê de pêk hatin, hate astengkirin ku ev azweriyên tarî û gemarî pêk were û zemîna azadiya mezin û meşa azadiya hatiye avakirin. Serdema berdest li gel têkoşîna leşkerî her wiha hewce dike ku têkoşîn pirhêlî were geşkirin, heta ku jiyana azad a gelê me were misogerkirin, statûya xweser were naskirin, têkoşîneke berfireh û pirhêlî were dayin."

BANGA TEVLÊBÛNÊ YA LI NAVA REFÊN YBŞ'Ê

Fermandariya YBŞ’ê bi domdarî wiha got:

"Cejn dibine ew dem in ku gel azaweriyên xwe yên jiyana azad pêk tînin, her wiha di nav mirovan de yekîtî, hevgirtinê û parvekirinê, bi coşî û şahiyekê tîne. Bi vî rengî em bang dikin ku Cejna Êzî ya pîroz bibe sedema ku zêdetir li nirxên netewî û bawerî xwedî derketinê, bi rengê ku yekîtî û hevalbendiya gelê me pêk hatî, were pîroz kirin û her wiha bang dikin ku artêşa şehîdan a gelê me, mîsogeriya mezin a gelê me yê Êzîdî YBŞ were geşkirin û tevlî nav refên YBŞ’ê bibin."